Ji ber ku pala xwe daye qalorîferê 2 hezar lîre ceza li girtî birîn 2023-12-17 09:08:12   ENQERE - Tûfan Îlbaş ê ku li Girtîgeha Hejmara 2 ya Tekîrdagê girtî ye, ragihand ku girtî Bezat Fîrîk ê sewqî edliyeyê hat kirin, ji ber ku pişta xwe spartiye amûra germkirinê ya qalorîferê 2 hezar lîre cezayê pereyî lê hatiye birîn û got ku nameyên ku ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re şandine jî hatine desteserkirin.    Tûfan Îlbaş ê li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa F a Tekîrdagê girtî ye, di nameya xwe de ku ji Serokwekîla Koma Meclisê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş re şand, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên di meha dawî de hatine kirin.    LÊGERÎNA TAZÎ, TUNDÎ, HEQARET   Îlbaş di nameyê de destnîşan kir ku li girtiyan lêgerîna tazî tê ferzkirin û tundî û heqaret tê kirin û got ku girtiyê bi navê Mîkaîl Mûngan ê di meha Îlonê de ji Girtîgeha Bandirmayê anîne Girtîgeha Hejmar 2 ya Tekîrdagê, rastî lêgerîna tazî, heqaretên giran û tundiya fizîkî hatiye. Her wiha Îlbaş nivîsiye ku dema girtî diçin revîrê jî rastî êrişa fizîkî û devkî ya gardiyanan tên û got Îbrahîm Aşkan ê di 14’ê cotmehê de ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê, rastî êrişa gardiyanan hatiye.   JI BER KU PIŞTA XWE DA QALORÎFERÊ...   Îlbaş di nameya xwe de diyar kir ku girtiyê bi navê Bezat Fîrîk ku di 7’ê mijdarê de sewqî edliyeyê hatiye kirin ji ber ku dema li benda danişîna xwe bûye, lê cihê rawestaninê pala xwe daye qalorîferê û ji ber vê vê 2 hezar lîre cezayê pereyî lê hatiye birîn.    NAYÊN BERDAN   Îlbaş di nameya xwe de diyar kir ku girtiyê 60 salî Kasim Karataş ê ku dilê wî ji sedî 30 dixebite ev 32 sal in di girtîgehê de ye û 2 caran înfaza wî hatiye taloqkirin û tevî ku temam bûye jî nayê berdan. Îlbaş her wiha ev agahî jî parve kir ku Osman Rehber, Alî Riza Erdem, Seyhan Kûrt, Muslum Gonul, Kadîr Kabalak û Cem Yilmaz ên di heman girtîgehê de ne û 30 sal in girtî ne, tevî ku cezayê wan bi dawî bûye jî nehatine berdan.   NAMEYÊN JI ABDULLAH OCALAN RE HATINE ŞANDIN HATINE DESTESERKIRIN   Îlbaş anî ziman ku gelek girtî bi zorê birine odeyên din û got ku girtiyên bi navê Mehmet Saît Dayan, Cemîl Doster û Mahmût Denktaş xistine hucreyên yekkesî. Her wiha Îlbaş diyar kir ku nameyên bi kurdî hatine nivîsandin jî hatine astengkirin û 4 nameyên ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re şandine şandin jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatine desteserkirin. Îlbaş di nameya xwe de wiha got: “Her dema lêgerînê dikin televizyon û sarincên me dibin. Ev teê li blokekê û di nava mehekê de qewimîne. Haya me ji pirsgirêkên li blokên din rû didin tune ye."    Beştaş a DEM Partiyî têkildarî binpêkirinên di nameyê de serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan (ÎHÎK) da. Di serlêdanê de hat xwestin ku binpêkirinên mafan li cihê cih bên lêkolînkirin û maliyeta encamên ji aliyê lijneyên îdare û çavdirêiyê ve hatine afirandin bên eşkerekirin.    MA / Mehmet Aslan