Qeyûm agahiyên şaş dane wezaretê 2023-12-17 09:09:52 ÊLIH - Derket holê ku şaredariyê der barê Cîgirê Şaredarê  Êlihê Metîn Gurbuz ê ku bû sebeba mirina karkerekî, agahiyên şaş hem daye wezaretê hem jî midûriyeta polîsan.    Li Êlihê di 12'ê Îlona 2021'ê de karker Nûrî Aydin di înşeata navenda kar de ku ji aliyê midûriyeta çandê ya rêveberiya qeyûm ve hatibû kirêkirin, ji ber kêmasiyên cîgirê qeyûm Metîn Gurbuz ve jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber vê der barê Gurbuz de bi sûcê "peywira xwe xirab kiriye" û "Bi îhmalkarî bûye sedema mirinê" doz hatibû vekirin. Lê Metîn Gurbuz hê jî li ser kar e.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya (DEM Partî) Zeynep Odûncûyê bi heman pirsan pêşniyazpirsek berpêşî Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê kir ku dê der barê Gurbuzê hê li ser kar e tiştek bê kirin yan na.   Odûncûyê di 16’ê Hezîrana 2023’yan de ji wezaretên navxweyî xwestibû ku bersivê bidin van pirsan: “Gelo hûn ê der barê qeyûm/walî de ku destûr nedaye lêpirsîna der barê berpirsên tiliya wan di cinayeta karî ya bû sebeba mirina Nûrî Aydin, destûra lêpirsînê bidin yan na? Tê gotin ku Cîgirê Serok M. G.... bi awayekî bê sîgorte kes dane xebitandin. Hûn ê der barê wî de tiştekî bikin yan na? Hûn ê ji ber zirara ku M G... daye şaredariyê de der barê Şaredariya Êlihê de lêpirsînekê bidin destpêkirin?"   Bi îmzeya Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, di 12'ê Mijdarê de bersivek hat dayîn. Lê Yerlîkaya bi nivîseke ji Walîtiya Êlihê wergirt bersiv da. Di bersivê de hat îdiakirin ku pêvajoyên der barê destûra lêpirsînê de di çarçoveya qanûnan de hatine kirin û temamkirin. Di bersivê de ev tişt hat gotin: “Têkildarî xebitandina karkerên bêsîgorte de prosedurên qanûnî û îdareyî hatine sepandin."    Her wiha di 17'ê Tebaxê de jî bi îmzeya Wezîr Mehmet Ozhasekî ku li gor nivîsa ji Şaredariya Êlihê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin bersiv hat dayîn. Di bersivê de hat îdiakirin ku der barê mirina Nûrî Aydin de doz li Dadgeha Kar hatiye vekirin û der barê Şaredariya Êlihê û xebatkarên wê de îdianameyeke bi sûcê "ji ber xemsariyê bûye sedema mirinê" nehatiye amadekirin û teblixkirin. Her wiha di bersivê de hat gotin ku "Tu tişt nehatiye tespîtkirin ku ka karê navborî li dijî Qanûna Îhaleya Cemaweriyê hatiye kirin yan na û di navbera 2021-2023'yan de jî di bin banê saziyê de qeydeke birîndarkirin û mirinê ya ji ber qezaya karî nehatiye tespîtkirin û der barê cîgirê şaredar ê navborî de jî tu tespît nehatine kirin ku zirara daye saizyê yan na û di vî warî de tu lêpirsîn nehatine destpêkirin."    DER BARÊ GURBUZ DE DOZ HATIYE VEKIRIN   Çendî ev bersiv ji aliyê şaredariyê ve ji wezaretê re hatibe şandin jî, lê di 19'ê Hezîranê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Êlihê ve der barê Metîn Gurbuz de bi îdiaya "Bi xemsarî bûye sedema mirinê" û "îstismarkirina wezîfeyê" îdianame hatiye amadekirin û ji aliyê 3'yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Êlihê ve di 21'ê Tîrmehê de hatiye qebûlkirin û danişîna ewil jî di 18'ê Çileyê de ye. Derket holê ku Şaredariya Êlihê bi nivîsa ji wezaretê re şandiye, îfadeyên "derew" nivîsandine.    Her wiha dozên qezaya kar û tazmînatê yên der barê Gurbuz de jî li Dadgeha Kar berdewam dikin.   AGAHIYÊN ŞAŞ DANE    Di îdianameya der barê Metîn Gurbuz de ya li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Êlihê de jî derket holê ku Gurbuz ji bo muzakereya ji aliyê midûriyeta polîsan ve hatiye nivîsandin jî beyanên derew dane.     Di îdianameya navborî de Gurbuz di rapora pêzaniyê de bi qisûr hatiye dîtin.    Di îdianameyê de îfadeyên şahidan jî hatiye dayîn û hat gotin ku Gurbuz ji bo dermankirinê ji kurê Aydin Firat ê jiyana xwe ji dest daye re peyamek nivîsandiye û 30 hezar TL bi dest daye wî.    Di dawiya îdianameyê de hatiye diyarkirin ku îhaleya navborî ya bûye sedema mirina karker Nûrî Aydin li gor prosedurê nehatiye kirin û peywir bi kêmasî hatiye bi karanîn.    METÎN GURBUZ KÎ YE?   Metîn Gurbuz hevjînê Adîle Gurbuze ku Cîgira Serokê AKP’a Êlihê yê berê bû û di hilbijartinên 2015’an de bûbû namzeta parlamenteriyê ya AKP’ê. Gurbuz, bi rêya Midûriyeta Nivîsgeha Taybet bêyî bikeve ezmûnê, li şaredariyê hate bicihkirin. Piştî ku Alî Osman Bîlgîlî ku bi nelirêtiyên xwe ji rojevê dernediket tayînî Osmaniyeyê hate kirin, Gurbuz di 12’ê tîrmeha 2022’yan de weke Midûrê Çand û Karên Civakî yê Şaredariyê hate peywirdarkirin. Piştre jî bû Midûrê Çapemenî û Têkiliyên bi Gel re.    Gurbuz, herî dawî jî bû Cîgirê Şaredarê Êlihê. Midûriyeta Çapemenî, Weşan û Têkiliyên bi Gel re, Midûriyeta Karên Agahdarkirinê, Midûriyeta Çand û Karên Civakî, Midûriyeta Karên Werzîşê, Midûriyeta Temamkirin, Lênihêrîn û Temîrkirina Makîneyan, Midûriyeta Zabiteyan, Midûriyeta Jin û Xizmetên Malbatê û Midûriyeta Çavkaniyên Mirovan û Perwerdeyê jî girêdayî Gurbuz hatin kirin.    MA/ Fethî Balaman