ÎHD û TÎHV'ê çalakiya ‘Nobeta Mafên Mirovan’ li dar xist 2023-12-17 15:56:25   STENBOL - ÎHD û TÎHV ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, di roja dawî ya Hefteya Mafên Mirovan de li Stenbolê “Nobeta Mafên Mirovan” li dar xistin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bi boneya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan, li avahiyê komeleyê çalakiya “Nobeta Mafên Mirovan” li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Mafê mirovan, azadiya xweîfadekirinê, demokrasî, aştî a niha” hate vekirin û dovîzên “Em ê qetlîama Qilebanê ji bîr nekin, vîna mirovatiyê dê îşkenceyê têk bibe" hatin daliqandin.    Gelek rêveber û endamên ÎHD û TÎHV’ê tev li çalakiyê bûn. Çalakgeran bal kişandin ser greva birçîbûnê, binpêkirinên mafan û rewşa girtiyên nexweş.   BALKIŞANDIN SER TÊKOŞÎNÊ   Di çalakiyê de ji ewil nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe axivî. Efe, detnîşan kir ku wan di roja dawî ya hefteyê de nobet girtin û wiha axivî: “Em nobeta xwe ji ber îşkence, tecrîd, îşkenceya li zarokan tê kirin û mafên zarokan digirin. Em bi bîr tînin ku rejîmên ava dibin, divê li ser mafên mirovan werin avakirin. Ji bo ku em mafên mirovan bêhtir bidin ber çavan em vê nobetê li dar dixin.” Piştre Hevserokê ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û jî ev tişt anî ziman: “Bernameya me dê nexşerêya têkoşîna rojên li pêşiya me dê li me ronî bike. Êm ê êvarê jî ji bo mafên mirovan, findan vêxin. Em her kesekê vedixwînin çalakiyê.”