Li Yalovayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû 2023-12-18 00:14:38   YALOVA - Li navçeya Çinarcik a Yalovayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû. Rasatxaneya Kandîlliyê ragihand ku li dora saet 23.53’yan li navçeya Çinarcik a Yalovayê bi pileya 4.0 erdhej çêbûye. Di serî de Stenbol û Bûrsa bajarên li derdorê jî bi erdheja ku kûrahiya wê 16.4 kîlometre ye hesiyan. AFAD’ê jî ragihand ku pileya erdhejê 4.1 e.