ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-18 09:00:02   * Serokê Komeleya Piştevanî û Çandê ya Erenlerê Muslum Îbîlî ku yek ji şahidên Komkujiya Mereşê ye, diyar kir ku komkujî ji hêla dewleta kûr ve ve hate amadekirin û wiha got: “Bi ser komkujiyê re 45 sal derbas bûne lê hêj jî gel bi tirsê dijî. Civaka Elewî hat qetilkirin. Êşa me, hêj mîna roja ewil e.”    * Xwişka girtiyê nexweş Siddik Kivanç, Sûltan Azboy destnîşan kir ku zilma tê kirin dê bi xwedîderketina greva birçîbûnê bi dawî bibe û got: “Ev gel rewşa Birêz Ocalan mereq dike. Çend caran erdhej çêbû. Li wir çi qewimî, gel dixwaze hîn bibe.”   * Girtiyê edlî Cîhat Bakir ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tê ragirtin, diyar kir ku midurê duyemîn ê girtîgehê û berpirsyarê xwaringehê paketeke ku navnîşan, pîlaqe û agahiyên taybet ên aydê wan û telefonek di nav de bi destê girtiyên edlî avêtine qawişa ku girtiyên siyasî lê tên ragirtin.    * Bi ser serdegirtinên di bin navê “Operasyona Vegera li Jiyanê” hatin kirin de ku 30 girtî hatibûn qetilkirin 23 sal derbas bûn. Berpirsyarek jî nehate cezakirin. Parêzer dixwazin ku rayedarên hikumetê yên wê demê bên darizandin.    * Cenazeyên 282 kesan li Kîlyosê di bin peyarêyê de hatibûn veşartin û ev 6 sal in cenazeyên gelek ji wan radestî malbatên wan nehatine kirin. Malbata Leyla Kaya ku cenazeyê wê 4 sal piştre hate dayîn diyar kir ku dê “îşkenceya” li wan hatiye kirin ji bîr nekin.   * Hevjînê Dayika Taybet a li navçeya Silopiyayê piştî ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin û cenazeyê 7 rojan li kolanê hate sekinandin, Halît Înan, diyar kir ku hovîtiya hatiye kirin ji bîr nakin û got: “Zarokên gelê kurd dê serbikevin.”   * Doza Kobanê dê bi parastina Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê berdewam bike. (10.00)   * Hevberdevkên Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê Nûray Ozdogan û Ozturk Turkdogan dê li Navenda Giştî ya DEM Partiyê têkildarî êrişên li dijî partiya wan û binpêkirinên mafan rapora xwe aşkere bikin. (10.30)   * Nobeta Edaletê ya Amed, Wan, Stenbol, Edene û Mêrsînê hatiye destpêkirin berdewam dike. (11.00-17.00)   * Şaxa OHD’a Amedê rapora têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan berdewam dike de amade kiriye dê li avahiya baroyê aşkere bike. (12.30)   * Rêxistinên sivîl ên civakî dê li Enqere û Mêrsînê têkildarî komkujiyên di meha kanûnê de pêk hatine çalakî û aktîvîteyan li dar bixin. (12.00)   * DEM Partî dê têkildarî firotina Kargeha Nanê Gel a ji aliyê Şaredariya Êlihê ve ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, li ber avahiya partiyê daxuyaniyekê bide. (13.00)   * Rêxistina DBP’a Wanê dê li avahiya baroyê panela bi navê “Îslam û Kurd du rastiyên li Rojhilata Navîn” li dar bixe. (13.00)