Tevî ku 23 sal derbasbûne jî berpirsyarek jî nehate cezakirin 2023-12-18 09:08:17   STENBOL - Bi ser serdegirtinên di bin navê “Operasyona Vegera li Jiyanê” hatin kirin de ku 30 girtî hatin qetilkirin 23 sal derbas bûn. Berpirsyarek jî nehate cezakirin. Parêzer dixwazin ku rayedarên hikumetê yên wê demê bên darizandin.    Girtiyên li dijî Girtîgehên Tîpên F derdiketin, çalakiya greva birçîbûnê ya di 20’ê cotmeha 2000’an de dabûn destpêkirin di 19’ê kanûnê de veguherandin rojiya mirinê. Bi biryara koalîsyona Partiya  Çep a Demokratîk (DSP), Partiya Tevgera Netewperest (MHP) û Partiya Anavatanê (ANAP) di 19’ê kanûna 2000’an de di bin navê “Operasyona Vegera li Jiyanê” de bi ser 20 girtîhan de hate girtin. Girtiyan li dijî serdegirtinan li ber xwe dan. Di êrişa leşkeran de 30 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha bi sedan girtî jî birîndar bûn.    Tevî ku 23 sal derbas bûn jî têkildarî qetilkirina girtiyan de berpirsyarek jî nehate cezakirin. Doza têkildarî Girtîgeha Bayrampaşa ku 194 leşker jê tên darizandin didome. Di danişîna herî dawî de, daxwaza “biryara anîna bi darê zorê” ya derbarê Wezîrê Karên Hundir yê demê Sadettîn Tantan de nehate qebûlkirin. Dadgehê biryar da ku parêzer bi daxwaznameyan pirsan bipirsin.    Piştî operasyonê Girtîgehên Tîpên F ketin dewrê. Bi vî awayî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêdetir bûn û tecrîd zêdetir hate kûrkirin.    Rêveberê Navenda Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Guçlu Sevîmlî yê di danişînên berdewam dikin de parêzeriya malbatên girtiyan dike, bûyerên wê demê qewimîn û pêvajoya darizandinê nirxand.    OPERASYONA LI DIJÎ GIRTÎGEHAN A HERÎ BIXWÎN   Parêzer Sevîmlî, diyar kir ku operasyona wê demê hate lidarxistin “operasyona komkujiyê” bû û wiha got: “Armanca vê operasyonê ew bû ku derbasî modela Girtîgehên Tîpên F bibin bû. DEma operasyon hate kirin DSP, MHP û ANAP desthilat bûn. Wezîrê Karên Hundir Sadettîn Tantan; Wezîrê Dadê Hîkmet Samî Turk û Serokwezîr jî Bulent Ecevît bû.”   Sevîmlî bi lêv kir ku operasyon ji yek navendê dihate birêvebirin û wiha berdewam kir: “Di operasyonê de madeyên kîmyewî hatin bikaranîn. Em difikirin ku madeya fosfora spî bû. Ev operasyona di dîroka komarê de operasyona herî berfireh û bixwîn a girtîgehan bû. Piştî ku operasyon bi dawî bû girtiyên siyasî û hikumxwarî xistin Girtîgehên Tîpên F ên nû hatin vekirin.”   Sevîmlî, da zanîn ku modela Girtîgeha Tîpa F a modeleke girtîgehê ya li ser bingeha tecrîdê ye û got: “Dema em îro jî li rewşa girtîgehan dinêrin, em vê dibînin. Modela heyî ya tecrîdê ne tenê ji bo girtiyên siyasî ye, di heman demê de ji bo girtiyên edlî ye jî.”   TENÊ DOZEK DIDOME   Sevîmlî, bi bîr xist ku piştî operasyonê derbarê girtiyan de bi îdiayên “li girtîgehê serî hildane, zirar dane malê cemaweriyê” doz hatin vekirin. Sevîmlî, bal kişand ku ji bilî vê yekê derbarê gelek kêm leşkerên ku di êrişan de cih girtin doz hatin vekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Derbarê hin ji van lêpirsînan de biryara neşopandinê hate dayîn. Di dozên hatin vekirin de jî biryara beraetê hate dayîn. Îro halîhazir dozeke ku didome ma. Ew jî doza ku leşkerên di nav wan de leşkerên payebilind ên girêdayî yekîneya leşkeran a operasona têkildarî Girtîgeha Bayrampaşayê hate kirine. Di çarçoveya dozê de gelek belgeyên girîng derketin holê.”   ‘DIVÊ TANTAN WERE DARIZANDIN’    Sevîmlî diyar kir ku hêviya wî nîne ku di doza derbarê Girtîgeha Bayrampaşayê de leşker bên cezakirin û diyar kir ku doz ber demboriyê ve diçe. Sevîmlî wiha domand: “Lê feydeyekî wiha yê van darizandinan çêbû; bi saya van darizandinan û dozan têkildarî Komkujiya Vegera li Jiyanê gelek agahî û belge derketin holê. Ev jî gelek bi feyde bû. Agahî û belgeyên ku ez behs dikim agahiyên girêdayî operasyonê, ferman û belgeyên hin fermandariyên cendermeyan bûn. Derketina van a di warê aşkerakirina rastiya madî de girîng bû”   Sevîmlî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gel ku di ser operasyonê re 23 sal derbas bûne jî hê kesên wekî Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Sadettîn Tantan, Wezîrê Dadê Hîkmet Samî Turk û Midûrê Giştî yê Girtîgehan Alî Sûat Ertosûn nehatine darizandin. Ev kesên ku di vê operasyona qetlîamê de xwedî berpirsiyariyên hiqûqî ne. Divê ev kes bên darezandin. Em ê vê komkujiya ku jê re ‘Vegera li jiyanê’ tê gotin, di rojeva raya giştî de bihêlin. Em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”   MA / Omer Îbrahîmoglû