Hilbijartina encûmanên parêzgehan a Iraqê dest pê kir 2023-12-18 10:11:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Hilbijartina encûmanên parêzgehan ên Iraqê ku 10 sal piştre tê kirin, dest pê kir. Çavê kurdan jî li hilbijartinên Kerkûkê ye.    Di serî de paytext Bexda û bajarên başûrê welêt û bajarên Kerkûk, Mûsil, Xaneqîn, Diyala û Selahaddînê ku namzetên kurdan jî di pêşbirkê de ne, xelk çû ser sidoqan û dengê xwe dide. Di nava 15 bajarên ku hilbijartina encûmanên parêzgehan lê tên lidarxistin de bajarên başûrê Kurdistanê jî hene.    KERKÛK GIRÎNG E    Li seranserê Iraqê dengdana ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê di saet 07:00’an de dest pê kir. Hilbijartin li 15 bajaran pêk tê, ji bo kurdan vê carê ya herî girîng hilbijartina li Kerkûkê ye. Ji ber ku piştî sala 2005’an anku piştî 18 salan li Kerkûkê hilbijartinê tê lidarxistin.    Li gorî komîsyonê mafê dengdanê, 15 milyon û 108 hezar û 135 hilbijêr, 5 hezar û 904 namzet hene ku ji van 70 namzet serbixwe ne û ji bo 285 kursiyan dikevin pêşbirkê.   Bi giştî li 166 navendên dengdanê 35 hezar û 553 sindoqên dengdanê hatine danîn. Dengdan dê heta saet 18:00’an bidome. Li gorî komîsyona hilbijartinê, ji 285 kursiyan, 75 kursî kotaya jinan in, 10 kursî ji bo pêkhateyên xiristiyan, êzidî, şebek, saîbeya mendaiyan û kurdên Feylî ye.   DÊ ENCAM DI NAVA 24 SAETAN DE BÊN EŞKEREKIRIN   Bi giştî 38 hevpeyman û 28 partî tev li hilbijartinan dibin. Li gorî komîsyonê piştî hilbijartinê di nava 24 saetan de dê encam bên ragihandin.