Girtiyekî name şand Meclisê: Midûr ji bo tayînê ji qawişa girtiyên PKK'î re 'paketek' da avêtin 2023-12-18 10:59:22   ENQERE - Cîhat Bakir ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tê ragirtin, di nameya xwe ya ji parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê şand re diyar kir ku du rayedarên girtîgehê ji bo ku tayînî girtîgeheke din bibin paketeke ku agahiyên taybet ên aydê wan û telefonek di nav de ji qawişa ku girtiyên PKK'î lê tên ragirtin daye avêtin.     Girtiyê edlî Cîhat Bakir ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agiriyê ya gelek caran bi zext, tundî û binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan tê rojevê, tê ragirtin, ji Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş re name şand. Di nameya Bakir de îdiayên balkêş cih girtin.    ‘KOMPLOYA LI DIJÎ GIRTIYÊN SIYASÎ’    Bakir, di nameya xwe de da zanîn ku bi sûcdariya "ji ber berjewendiyên xwe rêxistin avakiriye" ceza lê hatiye birîn û 10 sal cezayê wî heye û îdia kir ku midûrê duyemîn ê girtîgehê kesê bi navê M. û H. H. yê ji xwaringehê berpirsyar ji bo tayînî girtîgeheke cuda bibin komplo li girtiyên PKK'î kiriye.    Bakir, da zanîn ku her du kesan nîşeyên ku navnîşan, pîlaqe û agahiyên taybet ên aydê wan di nav de di navbera dîrokên 14 û 20'ê tebaxê de dane girtiyên edlî yên bi navê F. B. û B. C. ku li qawişa karkeran dihatin xebitîn û bi vê nîşeya ku bi kurdî hatiye nivîsîn re telefonek weke paketekê dane avêtine ser banê Bloka E ku girtiyên PKK’î lê tên ragirtin.    Bakir, îdia kir ku midûrê duyemîn ê girtîgehê kesê bi navê M. û H. H. yê ji xwaringehê berpirsyar ji bo tayînî girtîgeheke li bajarên Tirkiyeyê bibin ev yeke kirine.    LÊPIRSÎN HATE DESTPÊKIRIN   Bakir, da zanîn ku ev "plan" ji aliyê midûrekî din ê girtîgehê O. F. ve hatiye aşkerekirin. Bakir, diyar kir ku ji ber B.C. teklîfa midûrê duyemîn M. û peywîrdarê xwaringehê H.H. qebûl nekir, ji qawişa karkeran anîne qawişa ew lê dimîne û bi lêv kir ku bûyer gihiştiye ber destê dozgeriyê û her wiha dîmenên kamerayê jî derketine holê. Bakir, anî ziman ku B.C. yê ku pişt re weke şahid hate guhdarkirin, rewş îtîraf kiriye û xwest dosyayên lêpirsînê bên şopandin.    ÎDIAYA MADEYA HIŞBIRÊ    Bakir, da zanîn ku her wiha personelê girtîgehê madeyên hişbirê û qedexekirî xistine girtîgehê ji ber vê yekê derbarê gelek peywîrdaran de lêpirsîn hatiye destpêkirin û xwest ku ji bo ev werin lêkolînkirin şandeyeke serbixwe demildest serdana girtîgehê bike.    Beştaş, têkildarî rewşên heyî ji bo ji saziyên têkildar agahî were girtin û di cih de were lêkolînkirin serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan (ÎHÎK) da.    MA / Mehmet Aslan