Polîsî di doza îşkenceya bikûçik de beraet kir 2023-12-18 14:14:58   AMED - Polîsê bi navê Serdar Gok bi kûçikan êrişî hevjînên hev Şeyhmûs û Menîce Yilmaz kiribû û birîndar kiribû. Polîs Gok di doza derbarê wî de hatiye vekirin de beraet kir.    Ji bo girtina Muhammed Emîn Cura ku li navçeya Rezan a Amedê polîsê bi navê Atakan Arslan kuştibû, di 31’ê gulana 2020’an de operasyon hatibû lidarxistin û polîsan bi ser malan de girtin. Di dema serdegirtina malan de polîsan deriyê mala hevjînên hev Menîce û Şeyhmus Yilmaz şikandin û bi kûçikan êrişî Menîce û Şeyhmûs Yilmaz kirin. Polîsê ku kûçik berda ser Şeyhmûs û Menîce Yilmaz û bûye sedema birîndarbûna wan Serdar Gok, ji ber êrişê tê darizandin. Ji ber sûcê ‘birîndarkirina bi hesan’ derbarê Gok de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê doz hate vekirin. Di doza zêdetirî du salan dom dike de biryar hate dayîn.    Gok û parêzerên wî tev li danişînê nebûn, parêzerê hevjînên Yilmaz Selameddîn Varol di danişînê de amade bû.    DOZGER DAXWAZA BERAETÊ KIR   Dozgerê beriya rapora pisporan a ji Fermandariya Navendî ya Perwerdehiya Kûçikan û Hespan a Cendermeyan a Nevşehîrê hatiye xwestin bi daxwaza girtinê mutala dabû, piştî ku di raporê de hate îdiakirin ku kesê kûçik di dest de “bêqûsir” e û kûçik jî “hatiye sorkirin” bi daxwaza beraetê mutala xwe dubare kir.    Parêzerê malbatê Selameddîn Varol ê li dijî mutalayê parastin kir, diyar kir ku bersûc peywîrdarê cemaweriyê ye, amadekirina rapora ya ji aliyê peywîrdarên cemaweriyê ve raporê bifikar dike û anî ziman ku raporê qebûl nakin. Varol, da zanîn ku rapor bi daneyên zanistî nayê amedekirin û bi bîr xist ku rapor li ser beyanên mexdûr û bersûc hatine amadekirin û bi lêv kir ku daneyên têkildarî pêvajoya perwerdehiya kûçikan û bertek fermanan di pêvajoya amadekirina raporê de cih negirtiye. Varol, diyar kir ku tevî muwekîlên wî li mala xwe bûn û tu eleqeya wan bi bûyerê nebû jî bi ser mala wan de hate girtin û rastî êrişa kûçikî hatin. Varol xwest ku bersûc ji sûcê tê sûcdarkirin were cezakirin.    Dadgehê ku piştî parastinan biryara xwe aşkere kir, biryara beraeta polîs Gok da.