Hewldana 78’an: Em ê komkujiyên meha kanûnê nedin jibîrkirin 2023-12-18 14:41:42   ENQERE -  Hewldana 78’an têkildarî komkujiyên Mereş, Roboskê û di girtîgehan de pêk hatin daxuyanî da û wiha got: “Em ê komkujiyên meha kanûnê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin.”   Hewldana 78’an têkildarî Komkujiya Roboskê, Komkujiya Mereşê û komkujiya di bin navê “Operasyona Vegera li Jiyanê” li girtîgehan pêk hate de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya li Navenda Giştî ya Partiya Çepên Kesk (YSP) hate kirin de pankarta “Ji Mereşê heta Roboskê heta girtîgehan…Em ê komkujiyên meha kanûnê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin û em ê hesabê bipirsin!” hate daliqandin.    Hevberdevka Hewldana 78’an Şukriye Ercan bi bîr xist ku bi ser “Operasyona Vegera li Jiyanê” re 23 sal derbas bûn û di êrişan de 30 girtî hatin qetilkirin. Ercan da zanîn ku polîtîkayên di serdema “Operasyona Vegera li Jiyanê” de niha li dijî hemû girtiyên siyasî û mûxalîf tên pêkanîn. Ercan, anî ziman ku girtîgeh veguherîne “navendên tecrîd û îşkenceyê”.    MEREŞ Û ROBOSKÊ    Ercan, da zanîn ku Komkujiya Mereşê di 19’ê kanûna 1978’an de pêk hat û ji bo gurkirina nakokiyên elewî û suniyan hate amadekirin û got: “Hejmara fermî yên li Mereşê hatin qetilkirin 117 bû. Dozgerê Mereşê yê demê Dundar Soner, bêyî ku reqamên rast derkevin holê aşkere kiribû ku bi germahiyê 200 kes hatibûn kuştin.”   Ercan, bi bîr xist ku di Komkujiya Roboskê de 19 jê zarok 34 kes bi balafirên F-16’yan hatin qetilkirin û wiha got: “Hem ji aliyê desthilata siyasî hem jî ji aliyê rayedaran ve divê ronîkirina Komkujiya Roboskê û darizandina berpirsyaran hem deynê wijdanî hem jî deynê namûsê be. Mixabin li erdnîgariya em lê dijîn ev êş her tim hatine jiyîn û berdewam jî dikin.”