Hevşaredar Demîr îdiaya qeyûm derewand: 4 meh piştre hûn dê hesabê bidin 2023-12-18 16:01:22   ÊLIH - Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin bertek nîşanî daxuyaniya qeyûm a têkildarî “Febrîqaya Nan a Gel” da, îdiaya qeyûm derewand û wiha got: “Demekî kin ma. 4 meh piştre hûn dê hesabê dizî, nelirêtî û bêhiqûqiyan bidin.”    Şaredariya Êlihê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, Febrîqeya Nan a Gel da ber firotinê. Têkildarî mijarê jî got: “Di halê hazir de emrê tekane parçeya li ser banda hilberandina nan ku weke taxima piştê tê zanîn xelas bûye û divê were guherandin.” Rêveberiya qeyûm, hevşaredarên hatin hilbijartin jî bi van gotinan hedef girt: “Kesên ku febrîqeya bi bihayê milyonan lîreyan veguherandine sergoyê.”    Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ku Wezareta Karên Hundir ji peywirê girtibûn û li şûna wan qeyûm tayîn kiribû, têkildarî mijarê serî li Dadgeha Îdare ya Êlihê dan.    Hevşaredaran piştre jî li pêşiya avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyanî dan. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.    ‘KESÊN DIZ SÛCÊN XWE DIAVÊJIN STÛYÊ KESÊN DIN’    Di daxuyaniyê de ji ewil Mehmet Demîr axivî û got ku belgeya tevahiya gotinên wan hene. Demîr, da zanîn ku yek bi yek tevahiya derewên qeyûman derxistine holê û wiha domand: “Gelo febrîqeya ku me ji ber tayînkirina qeyûm qet nekarî bidin xebitandin dê çawa bixin halekî wisa ku nema bikare bixebite? Em ê çawa febrîqeya ku me qet nekarî bidin xebitandin veguherînin sergoya hesin ku qeyûm hewl dide rizgar bike?”    'BILA EW JÎ PARÇEYÊN KIRINE PARVE BIKIN’    Bi domdarî Demîr ev tişt anî ziman: “Ev diz, di mijara ku sûcên xwe têxin stûyê kesên din de pir jîr in. Ev şêweyê parastina xwe ya van derewkerên bêexlaq e. Weke her karê em dikin, em ê şemaya sazkirina febrîqeyê û lîsteya malzemeyên hatine danîn bi raya giştî re parve bikin. Heke derewkar nebin, bila ew jî parçeyên kirine bi raya giştî re parve bikin. Heke derewkar nebin bila çapemeniyê vexwînin wê derê û raya giştî agahdar bikin.”    BERSIVA ‘ACIZIYA ERDHEJÊ’    Ji bo gotina qeyûm a “aciz bûn ku me ji herêmên erdhejê re nan şand” jî Demîr wiha bersiv da: “Ev îdiaye, asta bêexlaqiya wan radixe ber çavan. Ji ber ku tevî hemû derfetên şaredarî û walîtiyê di destê wan de bûn jî, me ji wan bêhtir nan û alîkarî ji herêmên erdhejê re şand. Me mîna xebatkarên wan li herêmên erdhejê ji malzemeyên erdhejê nedan dizîn. Me hezar û 170 malbat, nêzî 6 hezar kes li Êlihê bicihkirin û bi mehan hemû pêdiviyên wan pêşwazî kirin. Wan bi giştî 400 kes bicih kirin. Di vê rewşê de gelo çawa dibe ku em ji ber alîkariya wan aciz dibin? Ev gotin, nîşaneya bêexlaqiya wan e.”    Demîr, bi lêv kir ku qeyûm polîtîkayeke li ser bingeha “derewan” dimeşîne û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber polîtîkaya wan a li ser bingeha derewan, dema baran dibare li gelek taxên navenda bajar lehî radibin û karesat pêk tên. Welatiyên me jiyana xwe ji dest didin. Ji vê re jî dibêjin vîzyona Şaredariya Bajarê Mezin. Anku li gorî xwe henekên xwe bi aqilê xelkê Êlihê dikin. Em ê destûrê nedin vê. Hindik ma ye. Piştî 4 mehan dê hesaba hemû dizî, nelirêtî û bêhiqûqtiyên xwe bidin.”