Nîqaşa li ser Şêx Seîd: Kurd li dijî nijadperestan xwedî li nirxên xwe derketin 2023-12-19 09:07:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Nîqaşên der barê Şêx Seîd de ku piştî navê wî li bûlwarekê hat kirin dest pê kirin, dewam dikin. Kurd, li dijî nîqaşên nijadperestan xwedî li pêşeng, rewşenbîr û nivîskarên xwe derdikevin û li gelek bajaran wêneyên wan li meydanan daliqînin.    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya di bin rêveberiya qeyûmê de, di 6'ê kanûnê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihandibû ku dest bi xebatên çêkirina Bûlwara Şêx Saîd a 12 kîlometre dirêj ku dê rêya Farqînê bi rêya Xarpêtê ve bê girêdan kirine. Piştî vê parvekirinê, hat îdiakirin ku rêveberiya qeyûm navê "Şêx Seîd" li bûlwarê kiriye. Piştî vê rêveberiya qeyûm ji aliyê hin kes û derdoran ve hedef hat girtin.    PÊŞNIYAZA NAV A HEVŞAREDARAN BÛYE   Lê piştî demekê hat fêmkirin ku navê Şêx Seîd di sala 2011'an de di serdema Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de li bûlwarê hatiye kirin. Her wiha hat diyarkirin ku biryara wekî "Qada Şêx Seîd" guherandina navê Qada Deriyê Çiyê jî ji aliyê hevşaredarên wê demê Gultan Kişanak û Firat Anli ve di 12’ê tebaxa 2014’an de hatiye dayîn. Her wiha doza ku ji ber van navan li kesên navborî hatibû vekirin jî hê didome.    KÊ ÇI GOT?   Nîqaşên li ser hedefgirtina lîderê kurd ji aliyê Rêxistina Bajêr a Amedê ya Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) ve hatin destpêkirin. TKP’ê bi gotina “dijminê komarê, alîgirê axatî û eşîretî, alîgirê xîlafetê” ji pêşengên kurdan Şêx Seîd wekî hedef nîşan da.   Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdagê ku bi daxuyaniyên xwe yên nijadperest tim di rojevê de ye, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal diyar kir ku ev nav ji aliyê qeyûm ve hatiye dayîn û wî jî bi heman awayî Şêx Seîd hedef girt.    Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Vatanê û Serokê Rêxistina Bajêr a Amedê Ferdî Tanhan jî parast ku dê navê Şêx Seîd li bûlwarê neyê kirin.    Parlamenterê İYİ Partiyê yê Edeneyê Îsmaîl Koncûk vê yekê wekî "bêbextiyê" bi nav kir. Berdevkê İYİ Partiyê Kurşad Zorlû jî îdia kir ku li bûlwarê lêkirina navê Şêx Seîd li dijî mewzûata qanûnî ye.   Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Stenbolê Mehmet Salim Ensarioglû piştî gotina "nirxê girîng ê herêma me" bi daxwaza îxrackirinê sewqî disîplînê hat kirin. Ensarioglû piştî biryara navborî ji partiya xwe îstifa kir. Her wiha gelek kesên din jî ji partiyê îstifa kirin.     Serokê Giştî yê MHP'ê Bahçelî jî daxuyanî da û wiha got: "Li Amedê li bûlwarekê lêkirina navê Şêx Seîd heqaretek li welatiyên Amedê ye."    Serokê Giştî yê Partiya Memleketê Mûharrem Înce jî derpêş kir ku Şêx Seîd “xayin” e û wî bi vî awayî hedef girt.   DEM PARTÎ: NIRXÊ KURDAN E   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bersiva van gotinan hemûyan da. Hevserokê Giştî yê Partiyê Tûncer Bakirhan li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wiha got: “Şêx Seîd rûmet û nirxê gelê kurd e. Di têkoşîna hebûnê ya gelê xwe de xwedî ked û bedêleke mezin e. Em heqaret û bêhurmetiya li şexsê wî qebûl nakin. Em kesên ku heqaretê dikin jî şermezar dikin."   OZEL: RÊZGIRÎ DIVÊ   Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel jî di bernameyeke televizyonê de ku beşdar bûbû, bersiva pirsa der barê mijarê de da û got: “Eger dê dilê we bi gotin 'Şêx Seîd xayin e, şêx Seîd leheng e' bê ... Ez dizanim ku serhildana Şêx Seîd di konjuktura xwe de serhildaneke li dijî komarê ye. Îro êşa ku di dema tepeserkirina vê serhildanê de rû daye dilê hinek neviyan diêşîne, lewma divê rêz li wê êşê bê girtin. Lê divê em ji dîrokê ders bistînin."   DAXUYANIYEKE BI GIRSEYÎ: HEDÊ XWE ZANIBIN   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê di 17’ê Kanûnê de li Qada Şêx Seîd daxuyaniyek da çapemeniyê û destnîşan kir ku Şêx Seîd xwedî nirx e û divê her kes hedê xwe zanibe.   PÊŞENGÊN KURDAN LI HER DERÎ NE   Ciwanên DEM Partiyê piştî vê wêneyê Şêx Seîd li dîwarên Amedê daliqandin. Di 13’ê Kanûnê de pankarta ku wêneyên Şêx Seîd, Qazî Muhamed, Leyla Qasim, Seyîd Riza, Mûsa Anter û Nûrî Dersîmî li ser li birca li Qada Dagkapiyê (Şêx Seîd) hat daliqandin. Li Amedê li ser Pira Dehderî pankarta "Şêx Saîd rûmeta me ye" hat daliqandin.   Piştre li bajarên cuda pankartên bi heman rengî hatin daliqandin. Li cihên navendî yên wekî Êlih, Riha, Wan, Bûrsa û Manîsayê pankart hatin daliqandin. Herî dawî Ciwanên Welatparêz pankarta ku wêneyên pêşengên gelê kurd Sakîne Cansiz û Mazlûm Dogan jî di nav de, li ser Kela Wanê daliqandin.