Ji DEM partiyê peyama ‘19’ê kanûnê’: Tecrîd gihaşt radeyeke din 2023-12-19 13:20:53   ENQERE - DEM Partî kesên di 19’ê kanûnê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got “Bi pergala tecrîdê ya Tîpa F’yê xwestin ku kurdan ji qetlîamê derbas bikin. Îro heman armanca qetilkirina şoreşgeran, bi girtîgehên tîpa Y û tîpa S ên ewlehiya bilind, gihiştiye radeyeke din.”   Komîsyana Mafên Mirovan a  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî “Operasyona Vegera Jiyanê” a 19’ê kanûna 2000’an de hatibû lidarxistin, daxuyaniya nivîskî da.    Di daxuyaniya hatiye dayîn de ev tişt hatin gotin: “Di 20 girtîgehan de li dijî girtîgehên tîpa F û şert û mercên giran ên tecrîdê, çalakiyên grevên birçîbûnê hatibûn li dar xistin. Di Operasyona hevpar a li dijî girtiyan hatiye meşandin de, 30 girtî hatin qetilkirin û nêzî 300 girtî jî hatin brîndarkirin. Di operasyonê de mafê jiyanê tune hat hesibandin, xazên kîmyewî hatin bikaranîn û hovîtî hate meşandin. Dewlet navê vê operasyonê kiribû ‘Vegera Jiyanê’.   ARMANCA QETLÎAMÊ AVAKIRNA ÎNFAZA TECRÎDÊ BÛ’   Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ser qetlîamê 23 sal derbas bûn û derbarê rayedaran de “polîtîkaya bêcezahiştinê” tê meşandin û ev tişt hatin gotin: “Ji doh ber bi îro navê partiyê çi bibe bila bibe, dewlet li dijî şoreşgeran plansaziya xwe ya tecrîdê û îmhakirinê didomîne. Armanc qetlîamê pêkanîn e. Pergala tecrîdê ya wan rojan bi girtîgehên tîpa F ya ku xwîna sedan şoreşgeran tê de hatiye rijandin, îro bi tîpa Y û tîpa S ên ewlehiya bilind, gihiştiye radeyeke din. Girtî di qawişên 3 kesî de bi tena serê xwe tên hiştin û nahêlin bi girtiyên din re hevdîtinê pêk bikin.”   EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev 33 meh in tevî birêz Abdullah Ocalan, Veysî Aktaş, Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim bi têkoşînên xwe, di girtîgehan de li ber xwe didin. Îro ev 22 roj in di girtîgehan de li dijî tecrîdê grevên birçîbûnê yên demkî û dorveger tên lidarxistin.    Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin. “Em kesên di qetlîama 19’ê kanûnê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin. Em dixwazin hemû sepanên derveyî hiqûqê werin bidawîkirin. Êm ê li dijî her awayî bêhiqûqiyê dê têkoşîna xwe bidomînin.”