‘Bila neyê fikirîn ku me 19’ê Kanûnê ji bîr kiriye!’ 2023-12-19 16:48:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên bi boneya salvegera 23’yemîn a Komkujiya 19’ê Kanûnê hatin dayîn de got ku “Bila neyê fikirîn ku me 19’ê Kanûnê ji bîr kiriye!” û hate xwestin ku hemû faîlên di komkujiyê de berpirsyartiya wan heye bên darizandin û edalet pêk were.    Girtiyên li dijî Girtîgehên Tîpên F derdiketin, çalakiya greva birçîbûnê ya di 20’ê cotmeha 2000’an de dabûn destpêkirin di 19’ê kanûnê de veguherandin rojiya mirinê. Bi biryara koalîsyona DSP’ê, MHP’ê û ANAP’ê di 19’ê kanûna 2000’an de di bin navê “Operasyona Vegera li Jiyanê” de bi ser 20 girtîgehan de hate girtin. Di êrişa leşkeran de 30 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha bi sedan girtî jî birîndar bûn. Di serdegirtinan de her wiha 2 peywîrdarên cemaweriyê jî jiyana xwe ji dest dan. Di salvegera komkujiyê de li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn.    STENBOL    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di salvegera Komkujiya 19’ê Kanûnê de li ber Girtîgeha Umraniyê ku yek ji girtîgehên bi ser de girtin bû.    Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Platforma Yekitiya Têkoşînê, Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ) jî piştgirî da daxuyaniya li vir hate dayîn. Di daxuyaniya ku pankarta “Me komkujiya 19’ê Kanûnê ji bîr nekir, nadin jibîrkirin” hate vekirin û dowizên “Em li girtîgehan mirinê naxwazin” , “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” , “Mirov bi mafên xwe mirov in” , “Bila girtiyên jin bên berdan” hatin hilgirtin.    Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî ku di daxuyaniyê de axivî, anî ziman ku di dema “Operasyona Vegera li Jiyanê” de gelek binpêkirinên mafan hatin jiyîn. Yolerî, bi lêv kir ku di operasyonê de gazên kîmyewî hatine bikaranîn, dozên hatin vekirin hatin astengkirin û dewletê peywîra xwe bi cih neanî û destnîşan kir ku piştî operasyonê girtî hatin tecrîdkirin.    GIRTÎGEH VEGUHERÎN ‘NAVENDÊN BINPÊKIRINÊN MAFAN’    Yolerî, bi lêv kir ku li girtîgehên niha gelek pirsgirêk mayînde bûne û got: “Girtîgeh veguherîna navendên binpêkirinên mafên mirovan.”   TECRÎD Û ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ    Yolerî, bal kişand ku girtî îro li dijî pêkanîna tecrîdê ya li girtîgehan di çalakiya greva birçîbûnê de ne û wiha berdewam kir: “Mixabin çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan li dijî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên li girtîgehan di 27’ê mijdarê de dane destpêkirin didome.”   ‘DIVÊ BERPIRSYAR BÊN DARIZANDIN’    Yolerî ya diyar kir ku weke parêzvanên mafên mirovan dê li pey berpirsyarên komkujiya 19’ê kanûnê bin, xwest ku hemû faîlên di komkujiyê de berpirsyartiya wan heye bên darizandin û edalet pêk were û daxwazên xwe rêz kirin.    AMED    Şaxa ÎHD’a Amedê jî têkildarî Komkujiya 19’ê Kanûnê li avahiya komeleyê daxuyanî da. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî beşdar bûn.    Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Yûsûf Erdogan ê daxuyanî xwend, bi bîr xist ku kesên ji komkujiyê xelas bûn bi îşkence û tecrîdeke mezin re rû bi rû man û wiha got: “Ne berpirsyar ne jî faîlên vê hovîtiya ku gazên kîmyewî lê hatin bikaranîn hatin darizandin. Dozên hatin vekirin hatin astengkirin. Dewlet bicihneanîna peywîra xwe bûye berpirsyarê vê komkujiyê.”   ‘NAVENDA BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN’    Erdogan, bal kişand ku di nava 23 salan de tecrîd hate kûrkirin, binpêkrinên mafan ên li girtîgehan zêdetir bûn û da zanîn ku bi girtîgehên nû yên weke tîpên S û Y pergala tecrîdê ya li ser girtîgiyan hem bi awayekî fizîkî hem jî bi awayekî zîhnî rê li ber texrîbatê vedike. Erdogan, da zanîn ku bi 14 Girtîgehên Tîpên F, 7 Tîpên S, 22 Girtîgehên Ewlehiya Bilind û 14 Tîpên Y tecrîdeke giran li girtiyan tê kirin. Erdogan daxwazên ÎHD’ê yên têkildarî komkujiyê rêz kirin.    Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn a piştî Erdogan mafê axaftinê wergirt, anî ziman ku yek ji parêzera ku bûye şahidê Komkujiya 19’ê Kanûnê ye û diyar kir ku ji bo ev komkujî çênebe gelek rêxistinên sivîl ên civakî û hin partiyên siyasî xebatên cidî meşandin.    BINPÊKIRINA MAFAN DIDOMÎNE   Keskîn, da zanîn ku di encama xebatan de biryar hate girtin ku bi girtiyan re nîqaş bên kirin lê rayedarên wê demê bêyî ku li benda vê yekê bisekinin dest bi êrişê kirin û wiha got: “Me êşên malbatan ji bîr nekirin. Hemû rayedar sûcdar bûn lê mixabin di vê komkujiyê de jî bêyî hesab bidin bi encam girt. Îro tenê cîgirê serokwezîr ê demê Devlet Bahçelî tên sax e. Ew jî binpêkirina mafên mirovan didomîne.    ‘KESÊN JI KOMKUJIYÊ BERSPIRYAR ME JI BÎR NEKIRIN’    Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî diyar kir ku demokrasî rêzgirtina li dijî mafên mirovan a li girtîgehan tê pîvan û got: “Dema em li girtîgehan dinêrin binpêkirinên mafan ên giran û komkujî çêdibin. Di 19’ê kanûnê de gav bi gav hate jiyîn. Me ji bîr nekir. Me siyasetmedarên dibin hevkarê komkujiyan jî ji bîr nekirine.”   ÎZMÎR    Li Îzmîrê jî Şaxên OHD, ÇHD, ÎHD û Hiqûqnasên Ji Bo Edaletê li ber Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Me Komkujiya 19-22’yê Kanûnê ji bîr nekir, nadin ji bîr kirin” hate hilgirtin û her tim dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” , “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” , “Girtiyên şoreşger rûmeta me ne” , “Dewleta kujer dê hesabê bide” hatin berzkirin. Metna çapemeniyê endamên ÇHD’ê Arman Atilgan xwend.  Atılgan ê bi bîr xist ku di ser komkujiyê re 23 sal derbas bûne, anî ziman ku girtiyên şoreşger bi şewitandin, gulereşandin, jehrkirina bi çekên kîmyewî, lêdanê ji aliyê fîzîkî ve hatine tunekirin û got: “Tiştên wê rojê hatin jiyîn weke hevrê, dost, mexdûr û parêzerên wan di hişê me de ne. Bila nefikirin ku me ji bîr kirî ye!”   WAN   Di pêşengtiya Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê de li ber avahiya komeleyê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn û hemû rêxistinên sivîl ên li bajêr tev li bûn. Di daxuyaniya pankarta “Me Komkujiya 19’ê Kanûnê ji bîr nekir, em ê nedin ji bîr kirin” hate vekirin de dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan hate berzkirin. Parêzer Mehmet Salîh Coşkûn ê daxuyanî xwend, anî ziman ku dê daxwaza xwe ya ku faîl û berpirsyarên komkujiyê bên darizandin bidomînin.    ÊLIH    Li Êlihê jî têkildarî Komkujiya 19’ê Kanûnê de daxuyanî hate dayîn. Di pêşengtiya ÎHD’ê de li Parka Yilmaz Guney daxuyanî hate dayîn.    Di daxuyaniya ku pankarta “Em di girtîgehan de ne mirinê jiyanê diparêzin, bila girtiyên nexweş bên berdan, dimirin bêdeng nemîne” hate vekirin. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Ahmet Şîray ê di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku tevî 23 sal derbas bûne jî pergala tecrîdê girantir bûye û got: “Li hemû girtîgehan binpêkirinên mafan didomin.”   ENQERE    Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê jî li Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê daxuyanî da. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci yê daxuyanî xwend wiha got: “Di nava 23 salan de pergala tecrîdê girantir bû û li hemû girtîgehan binpêkirinên mafan bi zêdebûnê berdewam dikin.”   RIHA/DÎLOK   Li Rihayê jî di pêşengtiya Şaxa ÎHD’a Rihayê li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan daxuyanî hate dayîn. Ji bilî pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, endamên DEM Partiyê, DBP’ê, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û gelek welatî beşdar bûn.    Di daxuyaniyê de endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Prz. Ahmet Ceylan axivî û got: “Weke parêzvanên mafên mirovan em dixwazin ji raya giştî re ragihînin ku em ê dest ji berpirsyarên Komkujiya 19’ê Kanûnê bernedin, em ê li dijî hemû binpêkirinên mafan ên dewam dikin bisekinin û ji bo girtî li gorî rûmeta mirovahiyê jiyanekê bidomînin têkoşîna xwe bidomînin.”   Şaxa ÎHD’a Dîlokê, bi tevlibûna OHD’ê, Meclisa 78’an a Dîlokê têkildarî Komkujiya 19’ê Kanûnê li ber Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê ÎHD’ê yê Dîlokê diyar kir ku dê li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têkoşîna xwe bidomînin.