DEM Partî: Em vîna demokratîk a gelên Kerkûkê silav dikin 2023-12-19 23:00:28   ENQERE - DEM Partiyê bi daxuyaniyek nivîskî serkeftina YNK’ê ya di hilbijartinên Kerkûkê de pîroz kir û got: “Em hêvî dikin ku hilbijartinên Kerkûkê yên ku ji bo Rojhilata Navîn xwedî giringiyeke mezin in ji bo gelên herêmê demokrasî, edalet û azadiyê bînin.“   Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan bi daxuyaniyeke nivîskî vîna li Kerkûkê ku 18 sal şûnde bi hilbijartinên encumenên parêzgehan re derket holê pîroz kirin.   Daxuyaniya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê wiha ye:   “Em hêvî dikin ku hilbijartinên Kerkûkê yên ku ji bo Rojhilata Navîn xwedî giringiyeke mezin in j bo gelên herêmê demokrasî, edalet û azadiyê bînin. Di nav hilbijartinên Iraqê de bala her kesî li ser hilbijartinên Kerkûkê bû û hilbijartinên Kerkûkê dûrî gengeşe û ragêşiyan pêk hat û ji partiyên serkeftî zêdetir vîna gelên Kerkûkê pêş ket.   Li Kerkûkê di serî de dewletên herêmê û gelek hêzên din ji bo ku bêîstîkrariyên siyasî çêkin, mudaxeleyên bi her awayî kirin. Lê belê digel van mudaxeleyan jî gelên Kerkûkê hilbijartinên ku ji 2005’an vir ve cara ewil tên kirin vîna xwe ya demokratîk nîşan dan û çûn ser sindoqan. Em gelê Kurd û hemû gelên Kerkûkê û hemû baweriyan yên ku beşdarî hilbijartinan bûn pîroz dikin û îrade û baweriya wan silav dikin.   Feraseta netew-dewletî ya ku dixwaze li Rojhilata Navîn civakan bi stratejiya ‘parve bike û bi rê ve bibe’ gelan li gor nasname û baweriya wan ji hev vediqetîne û bi vî awayî hewl dide ku li herêmê bêîstîkrarî çêbe. Li dijî vê ferasetê îradeya gelên Kerkûkê ji erdnîgariya Rojhilata Navîn re bûye hêvî û bawerî. Em hêvî dikin ku piştî van hilbijartinan li Kerkûkê feraseta Netewa Demokratîk ya ku hemû gelan û baweriyan dihewîne bihêztir bibe û berbelavî hemû herêmê bibe.   Em di serî de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û hemû partiyên serkeftî ji bo ku hilbijartinên zelal û demokratîk pêk anîn pîroz dikin. Em dizanin ku weke di temamê dîrokê de pêk hatiye îro jî îradeya gelê Kurd dê jiyana bi hev re ya gelan esas bigire. Hêviya me ew e ku rêveberî dê ji bo ku gelên Kerkûkê li qadeke demokratîk bi azadî nasname û baweriyên xwe bijîn bi hesasî tevbigerin.“