20'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-20 09:00:10   * Çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û 33 meh in agahî jê nayên girtin, ji serê salê ve dest pê kirin û bi kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” li çar aliyên cîhanê belav bû. PANAROMA   * Mehmet Mengucek, di dema komkujiya Mereşê de ji bo pêşîgirtina komkujiya lı taxa Namik Kemal tevli koma ku taxê diparast dibe û piştre jî ji aliyê lêşkerekî ve tê qetilkirin. Çendî 45 sal di ser bûyerê re derbas bûne jî, xwişka wî Gul Onatçayê bilêv kir ku êşa wan wekî roja ewil e.    * Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê ku wê heta 24'ê Kanûnê li Amedê vekirî be, di 3 rojên destpêkê de 150 hezar kes beşdarî wê bûn. Di fûarê de ji bo pirtûkên kurdî eleqeyeke zêde heye.   * Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê kongreya xwe di 24'ê Kanûnê de li dar bixe. Endamên Meclisa Ciwanên a DEM Partiyê diyar kirin ku azadiya gelê kurd bi rêxistinbûnê pêwîst e û hemû ciwan vexwendin kongreyê.   * Li malbatên HPG'yiyan û Mûrat Kaya yên di sala 2019'an de li gundê Mûşîyan ê navçeya Dutaxê di operasyonekê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi hinceta "Zerar dane mal û milkên cemaweriyê û personelan" cezayê pereyî hatibû birîn. Ji ber vê malbat ketin ber îcrayê.   * Li Pasûrê agir bi kursa Quranê ketibû û di şewatê de 6 zarok jiyana xwe ji dest dabûn û 6 jê jî birîndar bûbûn. Têkildarî bûyerê li Miftiyê Navçeyê Selahattîn Ozçelîk ceza hatibû birîn. Dadgehê sedema cezabirînê eşkere kir. Ozçelîk ji ber 11 sal û 8 meh cezayê lê hatibû birîn serî li îstinafê da.    * Rêxistinên civaka sivîl dê ji bo piştevaniya bi Amedsporê re li restourantekê daxuyaniyê bidin. (10.00)   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bidome. (10.00)   * Doza derheqê endam û rêveberên MYK’a SES’ê de dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (10.30)   * Hevdîtinên bûdçeya sala 2024’an dê li Lijneya Giştî ya Meclisê bidomin. (11.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê li Amed, Stenbol, Wan, Mêrsîn û Edeneyê hatine destpêkirin dê îro jî bidomin û MED TUHAD-FED dê têkildarî kampanyaya nameyan li Amedê daxuyaniyê bide. (11.00-17.00)   * Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Edeneyê dê têkildarî xebatên hilbijartinê li avahiya HDP’ê ya bajar daxuyaniyê bide. (11.30)   * Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê Berpirsyar Mehmet Rûştû Tîryakî dê têkildarî veguhestina hilbijêran li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyê bide. (12.00) ZINDΠ   * Hevseorka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn dê têkildarî êrişên fîzîkî û psîkolojîk ên hêzên ewlekariyê yên li dijî welatiyan li Şaxa ÎHD’a Amedê daxuyaniyê bide. (12.30)   *Koordînasyona Şopandinê ya Girtîgeha Mêrsînê Mersin dê têkildarî greva birçîbûnê ya li girtîgehê didome de li avahiya ÎHD’ê daxuyaniyê bide. (12.30)   * Şaxa OHD’a Rihayê dê têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê didomin de li pêşiya Navenda Kar a Ahmet Bahçivan daxuyaniyê bide. (12.30)   * Berxwedana karkerên Ozak Tekstîlê di roja 24’an de didome. (13.00)   * Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê dê bi boneya 101’emîn meha komkujiyê li Cadeya Halîtaga ya li Kadikoyê daxuyaniyê bide. (18.00)