Li Amedê eleqeyeke zêde ji bo fûarê û pirtûkên kurdî 2023-12-20 09:02:19   AMED - Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê ku wê heta 24'ê Kanûnê li Amedê vekirî be, di 3 rojên destpêkê de 150 hezar kes beşdarî wê bûn. Di fûarê de ji bo pirtûkên kurdî eleqeyeke zêde heye.   Fuara Pirtûkan a Mezopotamyayê ku bi hevkariya Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) û Eylul Fuarcilikê tê lidarxistin, piştî 4 salan di 16'ê Kanûnê de deriyên xwe ji pirtûkhezan re vekir. Fûara ku li Navenda Fûar û Kongreyê ya Mezopotamyayê tê lidarxistin, dê heta 24'ê Kanûnê vekirî bimîne. Di 3 rojên ewil de 150 hezar kesî fûarê ziyaret kirin. Tê payîn ku heta 24'ê kanûnê ev hejmar bigihêje 600 hezarî. Di fûarê de ji bo weşanxaneyên ku pirtûkên bi kurdî çap dikin jî eleqeyeke berbiçav heye.   ELEQEYEKE ZÊDE JI BO PIRTÛKÊN KURDÎ   Gerînendeyê Weşanên Aryenê Roj Agir amaje bi wê yekê kir ku ew cara 3'yemîn e beşdarî fûara pirtûkan a Amedê bûne û got ku kêmasiyek e mezin e ku 4 salan li Amedê fûar nehatiye lidarxistin. Agir diyar kir ku weşanxaneyên kurd ji bo vê kêmasiyê ji holê rakin gelek xebitîne û got: “Di dawiyê de xebat bi encam bû. Em îro li vir in. Eleqeyeke mezin ji bo pirtûkên kurdî heye. Ji bo weşana me jî eleqeya li ser romana kurdî zêdetir e. Pirtûkên li ser dîroka kurd û Kurdistanê û zimanê kurdî pir tên xwestin. Em eleqeyeke baş dibînin. Nivîskar û hunermend bi saya fûarê tên cem hev. Pêwendiyeke baş di navbera her du aliyan de heye."   Agir nivîskarên girtî bi bîr xist û wiha wiha berdewam kir: "Derfeta wan tune ku bi me re bin, şansê wan tune ku hunera xwe nîşan bidin. Ji ber vê yekê em armanc dikin ku fikr, dengê wan û hunera kurdî bigihînin xwendevanan. Em bi saya fûarê pirtûkên wan û jiyana wan jî didin nasîn."   NIVÎSKAR Û XWENDEVAN TÊN CEM HEV   Ji Weşanxaneya Aramê Delîl Zengeralp destnîşan kir ku fûar ji aliyê hevdîtina nivîskarên û xwendevanan ve girîng e. Zengeralp diyar kir ku wan gelek pirtûkên ku nû derketine gihandine ber destê xwendevanan û got ku rojên yekşemê yên fûarê li gorî rojên nava hefteyê qelebalixtir derbas dibin. Zengeralp da zanîn ku ew difikirin ku dê beşdarbûn hîn zêdetir bibe û wiha got: "Xwendevanên me yên berê jî tên. Yên ku nû li vir hev nas kirine hene. Xwendevanên me yên ku pirtûkên hin nivîskaran meraq dikin û tên jî hene." Zengeralp ji bo lêkolînkirina pirtûkan û naskirina nivîskaran û dîtina atmosfera fûarê bang li xwendevanan kir ku bên standa Aramê û navenda fûarê.    Koordînatorê Weşanên Nûbiharê Azîz Tekîn jî diyar kir ku piştî 4 salan ew bi vekirina fûarê kêfxweş bûne. Tekîn anî ziman ku 4 sal in xwendevan li benda wan in û got ku eleqeya ji bo fuarê gelekî baş e. Tekîn wiha axivî: “Pirtûkên xwe berê diyar kirine û li gor wê tên. Lê hinek surprîz jî çêdibin. Ew pirtûkên ku haya wan jê tune ye jî li fûarê dibînin."    Tekîn got: “Em heta 24’ê Kanûnê li vir bin. Gelê me dikare were serî li me bide. Dikarin bên çaya me vexwin û li pirtûkan binêrin."    MA / Rûkiye Adiguzel