Ciwanên DEM Partiyê ku amadekariyên kongreyê dikin: Rizgarî rêxistinbûyîn e 2023-12-20 09:04:19   ÊLIH - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê kongreya xwe di 24'ê kanûnê de li dar bixe. Endamên Meclisa Ciwanên a DEM Partiyê diyar kirin ku ji bo azadiya gelê kurd rêxistinbûn pêwîst e û hemû ciwan vexwendin kongreyê.   Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 24’ê kanûnê de 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar bixe. Kongreya ku amadekariyên wê bi hefteyan berdewam dikin dê bi dirûşma "Vejînek Ciwan" li Eywana Dawetê ya Geterler a Amedê bê lidarxistin.    Di kongreyê de ku dê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî beşdar bibe, "tecrîd" û "polîtîkayên şerê taybet" dê rojevên sereke bin.    Endamên Meclisa Ciwanên a Êlihê der barê amadekariyên kongreyê de agahî dan.   Endamê Meclisa Ciwanan Çetîn Avşar diyar kir ku wan 2 meh berê dest bi xebatê kiriye û di vê demê de bi gelek ciwanan re hevdîtin pêk anîne got ku ew li bendê ne ku ji bajêr gelek kes beşdarî kongreyê bibin.   Avşar diyar kir ku ew ê bi kongreya xwe li dijî fihûş, tiryak û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser ciwanan tên meşandin bersiveke tund bidin û got: "Têkoşîna di pêşengiya ciwanan de bê pêşxistin wê destkeftiyên mezin bi xwe re bîne." Avşar bang li ciwanan kir ku beşdarî kongreyê bibin.    ‘EM BEHSA RASTIYA ŞERÊ TAYBET DIKIN'   Endamê Meclisa Ciwanan Mete Başmacî jî diyar kir ku ciwanên ku dibin hedefa polîtîkayên şerê taybet têkoşîn û berxwedanê didomînin. Başmacî got: “Hewl tê dayîn ku bi tiryak û fihûşê civak ji têkoşînê bê dûrxistin. Dema ku em ji bo beşdariya li kongreyê dixebitîn, me rastiya şerê taybet jî ji malbat û ciwanan re vegot. Me polîtîkayên tiryak, fihûş û asîmîlasyonê eşkere kirin. Ne tenê li Êlihê li bajarên din jî li dijî ciwanan êriş pêk hatin. Bersiva me ya li hemberî van êrişan xebateke zêde bû. Wan dît ku zext nikarin me bişkînin. Em ê di kongreyê de careke din nîşan bidin ku em ê li dijî êrişan serî netewînin û li ber xwe bidin."   ‘JI BO ŞIKANDINA TECRÎDÊ EM LI KONGREYÊ BIN'   Başmacî, da zanîn ku tecrîda ku pêngava konsepta şerê taybet e, roj bi roj bi rengekî giran dewam dike û wiha pê de çû: “Tecrîd ji Îmraliyê dest pê kir û li hemû beşên civakê belav bû. Niha hemû beşên civakê bi tecrîdê re rû bi rû ne. Armanca me ya bingehîn şikandina tecrîdê ye. Tecrîd binpêkirina mafan e ku bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ji bo şikandina tecrîdê em beşdarî kongreyê bibin. Berxwedana li dijî polîtîkaya çokşikandinê didome. Em dixwazin bi kongreya re ku dê di 24’ê kanûnê de bê lidarxistin, bersivê bidin tecrîd û zextên li ser gel."   ‘RIZGARIYA GELÊ KURD BI RÊXISTINKIRINÊ PÊKAN E'   Endamê Meclisa Ciwanan Yakûp Orak jî diyar kir ku azadiya gelê kurd bi rêxistinbûnê ve girêdayî ye û destnîşan kir ku kongre ji bo rêxistinbûnê gaveke girîng e. Orak, anî ziman ku ew li qadan li dijî polîtîkayên qirêj ên desthilatê her tim têdikoşin û got ku ew ê di roja kongreyê de bi tevlibûneke xurt bersiva polîtîkayên qirêj ên desthilatê bidin.   BANGAWAZÎ   Endamê meclisê Bariş Avşar jî diyar kir ku armanca wan a bingehîn şikandina tecrîdê ye ku bi rengekî giran dewam dike. Avşar, da zanîn ku xebatên wan ên di vî warî de berdewam dikin û got: “Heta ku tecrîd neyê şikandin dê têkoşîna me bidome. Di kongreyê de em ê jî balê bikişînin ser berxwedana greva birçîbûnê û berxwedana wan silav bikin. Wekî ciwan divê em rol û erk û têkoşîna xwe bi cih bînin. Divê her ciwan bi vê hişmendiyê daxilî nava têkoşînê bibe."   Avşar, bang li kesên ku dê bên kongreyê jî kir ku bi xwe re hevalên xwe û malbatên xwe jî bînin.    MA/ Fethî Balaman