Li 32 bajaran saeta bikaranîna dengan guherî 2023-12-20 09:55:49   NAVENDA NÛÇEYAN - YSK'ê ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê, saetên bikaranîna dengan ên 32 bajaran weke 07.00-16.00 guherand.    Biryarên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ên derbarê hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de di rojnameya fermî de hatin weşandin. Li gorî biryara YSK'ê li Semsûr, Agirî, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Erzirom, Dîlok, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Dêrsim, Riha, Wan, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir, Gîresûn, Gumuşxane, Ordû, Rîze, Sêwas, Trabzon, Baybûrt, Kilîs û Artvînê saetên bikaranîna dengan weke 07.00-16.00 hate diyarkirin.    Hat zanîn ku ji bo 32 bajaran saetên hilhatin û avabûna rojê berçav hatin girtin. Îsal derveyî 32 bajarên hatine diyarkirin dê saetên bikaranîna dengan weke 08.00-17.00 bin.    YSK'ê dîroka daliqadina lîsteyên hilbijêran jî aşkere kir. Biryar wiha ye: "Di Hilbijartinên Herêmî yên Giştî de kesên qeyda wan li nifûsê hene û li Tirkiyeyê dimînin dê piştî karûbarên pêwîst li gorî 1’ê cotmeha 2023’yan werin sererastkirin û dê di herêmên keyeyan (Mûxtaran) di 4’ê çileya 2024’an roja pêncşemê, saet di 08.00'an de weke lîste werin daliqandin, dê di 17’ê çileya 2024’an roja pêncşemê de jî ji ev lîste werin daxistin. Biryar di 19’ê kanûna 2023’yan de bi yekitiya dengan hate girtin."