Nelirêtiya bi îmzeya qeyûm hatiye kirin 2023-12-20 11:00:53 AMED - Derket holê ku di Plansaziya Îmarê ya bi îmzeya qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Alî Îhsan Sû de nelirêtî heye. Di plansaziya 21’ê mijdarê de hatibû ragihandin de du rêyên ku qadên avahî û bazirganiyê ji hev cuda dikin hebûn lê qeyûm bi awayeke veşarî ev plansaziye guherand û ji bo ku rant jê were xwarin amade kir.    Derket holê ku di belgeya fermî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de ji bo rantê di belgeyê de sextekarî hatiye kirin. Plansaziya Îmarê ya têkildarî taxên Dîclekent, Medya û Mezopotamyayê yên girêdayî navçeya Peyasê ku ji hêla rêveberiya qeyûm ve hatiye amadekirin, di 21’ê mijdarê de ji hêla Meclisa Şaredariyê ya ji hêla qeyûm ve hatiye avakirin, hate qebûlkirin. Piştre jî di 22’yê mijdarê de bi panoya agahdariyan a şaredariyê ve hate daliqandin.    BI BÊDENGÎ HATE GUHERANDIN    Plansaziya Îmarê ya bi îmzeya qeyûm Alî Îhsan Sû ku bi panoyê ve hatibû daliqandin, piştre bi awayekî bêdeng û bêyî ku haya tu kesî jê hebe hate guherandin.    Plansaziya Revîzyonê piştî guhertinê dîsa ji hêla qeyûm Sû ve hate îmzekirin û bi panoya şaredariyê ve hate daliqandin.    Me xwe gihand vê Plansaziya Îmarê ya ku bêyî biryara Meclisa Şaredariyê hatiye qebûlkirin û hejmara wê ya biryarê hatiye guherandin û amadekirin.    RÊ RAKIRIN Û TESÎS LÊ ZÊDE KIRIN    Di plana ewil de ada 2524 û parsela Hejmar 2 ya  li Taxa Dîclekentê weke “Qada Tesîsa Tenduristiyê ya Taybet” hatiye destnîşankirin û tê dîtin ku di navbera qadên avahî û bazirganiyê de du rê xuya dikin lê di plana duyemîn de her du rê ji holê hatine rakirin û qada tesîsa tenduristiyê ya taybet hatiye berfirehkirin.    JI BO RANTÊ QADÊ JI NEXWEŞXANEYA TAYBET RE VEDIKIN!    Bi guherîna hatiye kirin re qada metrekareya înşaetê ya li herêmê hate zêdekkirin û her du rêyên ku qadên avahî, bazirganî û tesîsa tenduristiyê ji hev veqetînin daxilî qada tesîsa tenduristiyê ya taybet hatin kirin.    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li qada behsa xeberê înşaeta nexweşxaneyeke taybet hatiye destpêkirin û sedema guherîna hatiye kirin jî ew e ku qada rantxwarinê ji nexweşxaneya taybet re vekin.