Yek ji cerdevanên ku Ahmet Gun qetilkiribû hate girtin 2023-12-20 11:24:12 ŞIRNEX- Enver Babat ê yek ji cerdevanên ku rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun qetil kiribû, hat girtin.   Endamê Meclisa Şaredariya Sêgirkê û rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ahmet Gun ku li gundê Taloka yê girêdayî bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qileban a Şirnexê di encama êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû û kurê wî Abdûrrahîm Gun jî birîndar bûbû. Mahmût Gun ê li cem wan bû jî bêyî ku birîndar bibe ji bûyerê xelas bibû. Li gel qetilkirina Gun lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de yek ji bersûcan cerdevanê teqawît Enver Babat ê 60 salî hatibû binçavkirin. Hate zanîn ku Babat bi sûcê “Kuştina biqestî” hatiye girtin û şandine girtîgehê.    Tevî ku derbarê Omer Yarar, cerdevan Siddik Babat û kurê wî Ebûbekîr Babat de biryara lêgerînê heye jî her kes ev 10 roj in nehatine girtin.