Rêxistinên civaka sivîl: Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin Amesporê 2023-12-20 13:38:27   AMED - Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Amedê ji bo piştevaniya bi Amedsporê re hatin gel hev û diyar kkirin ku tîm hêza xwe ji nasname û çanda xwe digire. Rêxistinan gotin ku dê her tim piştgiriyên bidin Amdedsporê û bang kirin ku qedexeya ji bo alîgiran a maçên deplasmanan bê rakirin.    Rêxistinên civaka sivîl ên Amedê piştgirî dan Amedsporê ku di Koma Sor a Lîga 2’yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê de dilîze. Rêxistinên civaka sivîl, li restouranteke li navçeya Peyasê di taştê de hatin gel hev û endamên Lijneya Îstîşareyê ya Bilind a Amedsporê (YÎK), Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz, Seroka Odeya Bijîşkan Elîf Turan, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê yê Amedê Mehmet Kaya û gelek nûnerên din ên rêxistinên civaka sivîl tev li bûn.    ‘TENÊ AMEDSPOR BI HÊZA XWE YA CEWHERÎ XWE LI SER PÊYAN DIGIRE’    Piştî xwarina taştê, daxuyanî hate dayîn. Serokê YÎK’a Amedsporê Burç Baysal diyar kir ku tekane tîma bi hêza xwe ya cewherî xwe li ser pêyan digire Amedspor e û wiha got: “Ev demekî dirêje destûr nayê dayîn ku alîgirên Amedsporê tev li maçên deplasmanê bibin. Tevî qedexeyan jî em bertekên xwe bi awayeke demokratîk nîşan didin. Divê TFF vê rewşê bibîne. Sedema bihêzbûna Amedsporê ew e ku gelek kesên dilxwaz û pêkhate li pişt wê ne.”    ‘FERASETA ZAYENDPEREST HATE ŞIKANDIN’   Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turan jî got ku Amedspor ne tenê tîmeke di heman demê de tîmeke rêxistinên civaka sivîl e û ev tişt anî ziman: “Bi Amedsporê re feraseta zayendperest a di fûtbolê de jî hate şikandin.”    ‘DÊ PIŞTGIRIYA ME BIDOME’   Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya jî destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin Amedsporê û wiha derbirî: “Têkiliyên qirêjî yên di qada fûtbolê de me tevan dît. Aliyê herî taybet ê Amedsporê ew e ku di nava têkiliyên wiha qirêjî de nîne û bi saya alîkariya dînamîkên bajar xwe li ser pêyan digire. Ji hêla fînansmaniyê ve em ê her tim piştgiriyê bidin tîmê. Divê alîgir jî ji bo piştevaniyê biin maçan.”    ‘JI BER NASNAMEYA XWE DI HEDEFÊ DE YE’   Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî di daxuyaniyê de wiha got: “Sedema hatina me ya ba hev, nasnameya Amedsporê ye. Amedspor, hêza xwe ji nasname û çanda xwe digire. Bi saya hêza bajar dide û bi hêza xwe ya cewherî xwe heta van rojan hat. Amedspor biçe kîjan bajarî, temaşekirina alîgirên wê tê qedexekirin. Ez bang li hêzên ewlekariyê yên wan bajaran dikim, dev ji vê helwesta xwe ya li dijî Amedsporê berdin. Amedsporê heta niha jî rê li ber tu karesatan venekiriye. Berevajî vê, tevî ku mexdûr bûye jî têkoşîna xwe domandiye.”   ‘EM Ê VÊ PIŞTGIRIYA WATEDAR BI ENCAMEKÎ BAŞ TACÎDAR BIKIN’    Herî dawî jî Serokê Kuluba Amedsporê Azîz Elaldi axivî. Elaldi, spasiya beşdaran kir û wiha got: “Ji bo em ê heqê piştgiriya we ya watedar bi encamekî xweşik tacîdar bikin.”