Di doza Ferhat Tûnç de dê ji miduriyeta polîsan nivîs were xwestin 2023-12-20 16:34:55 STENBOL - Dadgehê di doza hunermend Ferhat Tûnç jê tê darizandin de biryar da ku ji bo ketin û derketina welat a Tûnç were lêpirsîn ji miduriyeta polîsan re nivîs were şandin.    Bi bi îdiaya heqaret li serokkomarê demê Bînalî Yildirim kiriye doz li hunermend Ferhat Tunç hatibû vekirin. Danişîna 12’emîn a dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Buyukçekmeceyê hate lidarxistin. Tunç tev li danişînê nebû lê parêzera wî Hûrî Çelenk amade bû.    Parêzer Hûrî Çelenk diyar kir ku Tûnç li derveyî welat e û li wir dijî. Çelenk, xwest ku parastina Tûnç a dema lêpirsîn hatibû destpêkirin de daye derbasdar were hesibandin û Tûnç beraet bike.    Dozger xwest kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. Şandeya dadgehê biryar da ku fermana girtinê ya derbarê Tûnç de were sekinandin û ji bo ketin û derketina wî ya Tirkiyeyê were pirsîn nivîs ji miduriyeta polîsan re were nivîsîn û danişîn taloqî 3’yê nîsana 2024’an kir.