ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-21 09:00:14   * Sala 2023’yan ji bo jinên ku li her qadê li dijî êrişan têdikoşin bû sala berxwedanê. Jin, li dijî polîtîkayên zayendîparêz yên AKP’ê û pergala mêrsewer,têkoşîna xwe ya ji bo bidestxistina jiyaneke nû, wekhev û azad bênavber domandin.   * Parêzerên OHD’yî yên di hevdîtina vekirî de bi muwekîlên xwe re axivîn, anîn ziman ku girtî azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dixwazin.    * Tevî ku 11 meh di ser erdhejê re derbas bûne jî pirsgirêka sitargehê ya mexdurên erdhejê hê nehatiye çareserkirin. Mexdûrên erdhejê yên roman ku konteynir bi dest wan neketine, di şert û mercên dijwar ên zivistanê de di konan de dimînin.   * Girtiyê nexweş Onder Poyraz ku roj bi roj rewşa wî giran dibe û di hucreya yekkesî de ye, ragihand ku ew ji bo "azadiya Abdullah Ocalan" di greva birçîbûnê de ye.    * Rojnameya Xwebûnê ku bi zimanê kurdî û heftane tê weşandin, dikeve 5 saliya xwe. Edîtorê Xwebûnê Rohat Bûlût ku ji avabûna Xwebûnê heta niha li wir dixebite, bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li ser civak û weşanên kurd û wiha got: “Rojnameya Xwebûnê xwebûna herkesê ye divê kurd xwedî li xwebûna xwe derbikevin.”   * Endamê Meclisa Ciwanên DEM Partiyê Demhat Guvercîn destnîşan kir ku çareseriya li dijî polîtîkayên şerê taybet, ji têkoşînê derbas dibe û bi bangawaziya tevlibûna Kongreya Ciwanan wiha axivî: “Werin em bi hev re jiyaneke birêxistinkirî ava bikin.”     * Danişîna doza derbarê 23 kesên endamên DÎAYDER’ê de bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin dê li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê were lidarxistin. (11.00)    * Nobeta Edaletê ya li Amed, Wan, Stenbol, Mêrsîn û Edeneyê hatiye destpêkirin dê berdewam bike. (11.00-18.00)    * Hêvdîtinên budçeya sala 2024’an dê li Lijneya Giştî ya Meclisê bidomin. (11.00)    * Platforma Kedk û Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî hedefgirtina Şêx Seîd dê li Parka Yilmaz Guney daxuyaniyê bide. (12.30)    * Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê ya ÎHD’ê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê dê li ber avahiya komeleya xwe daxuyaniyê bide (13.00)   * Meclisa Gel û Baweriyan a HDK’ê dê ji ber Komkujiya Mereşê li Rihtima Kadikoyê çalakiya bîranînê li dar bixe. (17.00)    * Şaxa Egîtîm Sen a Wanê dê Şeva Yeldayê bi aktîvîteya li ŞanoWanê lidarbixe pîroz bike. (19.00)