Rojnameya Xwebûnê dikeve 5 saliya xwe: Xwebûna herkesî ye 2023-12-21 09:03:33 AMED - Rojnameya Xwebûnê ku bi zimanê kurdî û heftane tê weşandin, dikeve 5 saliya xwe. Edîtorê Xwebûnê Rohat Bûlût ku ji avabûna Xwebûnê heta niha li wir dixebite, bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li ser civak û weşanên kurd û wiha got: “Rojnameya Xwebûnê xwebûna herkesî ye divê kurd xwedî li xwebûna xwe derbikevin.” Sala 2016’an ji aliyê çapemeniyê ve weke sala qedexe û girtinan tê pênasekirin. Piştî Rewşa Awarte (OHAL) hat ragihandin gelek saziyên çapemeniyê bi Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê De (KHK) hatin girtin. Ajansa Nûçeyan a Jinan (JINHA), Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Rojnameya Ozgur Gundemê, Rojnameya Azadiya Welat hwd. ji wan saziyan in ku bi KHK’yan hatin girtin. Di nava van saziyan de Rojnameya Azadiya Welat ku kurdî dihat weşandin, ji bo zimanê kurdî gelekî girîng û pêwîst bû. Azadiya Welat di 16’ê tebaxa 2016’an de bi hinceta "propagandaya rêxistinê kiriye wek organa medyayê ya PKK’ê tevgeriyaye" bi awayekî demkî hat girtin. Bi KHK ya ku di 29’ê cotmeha 2016’an de hat weşandin biryar hat dayîn ku Azadiya Welat û Ozgur Gundem bên girtin.   Piştî van geşedan û girtinan Rojnameya Xwebûnê ku li bakurê Kurdistanê tekane rojnameya bi zimanê kurdî ye, hat avakirin. Xwebûn, di 21’ê kanûna 2019’an de li Amedê hat amadekirin û 23’yê kanûnê jî hejmara yekemîn bi manşeta “Heke zimanê te erzan be…” hat derxistin û belav kirin. Xwebûnê 4 sal li pey xwe hiştin û niha jî dikeve 5 saliya xwe. Di nava van 4 salan de tevî ku gelek caran rastî astengiyan hat jî her hefte bi awayekî rêk û pêk weşana xwe domand.    Rojnameger Rohat Bûlût ku ji avabûnê heta niha di Rojnameya Xwebûnê de edîtoriyê dike, bi boneya salvegera Xwebûnê ji ajansa me (MA) re axivî.    ‘ARMANC PARASTINA ÇAND, ZIMAN, DÎROK E’   Bûlût, da zanîn ku gelek weşanên kurdî ji hêla desthilatê ve hatine girtin û Azadiya Welat, Rojnameya Welat mînakên herî dawî ne. Bûlût, bi bîr xist ku li bakurê Kurdistanê rojnameyên bi zimanê kurdî ku weşanê dikin, ji bo demekê nemabûn. Bûlût, destnîşan kir ku Rojnameya Xwebûnê ev peywir girt ser milên xwe û bi vê armancê dest bi weşana xwe kir. Bûlût, wiha got: “Yek jî armanca Xwebûnê ew e ku di xeteke neteweyî de li ser parastina çand, ziman, wêje û dîroka kurd û Kurdistanê xebatên xwe bimeşîne û bigihîne xwînerên xwe.”   ‘CIVAKA KURD JÎ RASTÎ POLÎTÎKAYÊN TUNDIYÊ TÊ’   Bi domdarî Bûlût bal kişand ser zextên li ser kurdan û bi lêv kir ku ne tenê weşan an jî çapemenî , civaka kurd bi giştî rastî polîtîkayên dewletê yên tundiyê tê. Bûlût, diyar kir ku ev yek rastiyeke bi sedan salan e û da zanîn ku li dijî vê yekê berxwedanek jî heye. Bûlût, destnîşan kir ku di qada civakî de jî ev berxwedan xwe dide xuyakirin û wiha pê de çû: “Civaka kurd bi her awayî vê tekoşîna xwe dimeşîne û tekoşîna ziman, çand, wêje û tekoşîna parastina nirxên xwe dide. Me ev kevneşopiya parastina nirxan ji Rojnameya Kurdistanê dewr girtiye û em jî îro bi vê sedemê Rojnameya Xwebûnê derdixînin û tekoşîna vê yekê didin. Weke min anî ziman armanca me ya sereke parastin û pêşxistina ziman, çand, wêje, dîrok hwd. a kurdan e. Lê li gel vê armanca me dewlet jî tunekirin û tunehesibandina vê tekoşînê dike. Ji ber ku civakek, gelek heye û di encamê de baweriya vî gelî, çand, ziman û dîroka wan jî heye. Dewlet dixwaze vê yekê bi tevahî ji holê rake, lê civak di vê qadê de li ber xwe dide, têdikoşe. Em jî weke çapemeniya vî gelî li vê qadê li ber xwe didin. Bêgûman zext û tundiya desthilatê û dewletê hebû û dê her hebe jî.”   ‘DI ÇARÇOVEYA ŞERÊ TAYBET DE DIXWAZIN ZIMANÊ KURDÎ JI HOLÊ RAKIN’   Bûlût, behsa xwedî derketina Rojnameya Xwebûnê jî kir û diyar kir ku xwînerên kurdî jî, nivîskarên ku kurdî(kurmancî-kirmanckî) dinivîsinin jî li gor salên borî di asteke bilind de ne. Bûlût, anî ziman ku ev kêfxweşiyeke ji bo wan, lê bi giştî di pêvajoyeke bi vî rengî de mirov nikare behsa xwedî derketineke xurt bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me qala polîtîkayên dewletê yên li ser civaka kurd kir, em heman polîtîkayan li ser weşanên kurd jî dibînin. Lewra bi her awayî di çarçoveya şerê taybet de dixwazin zimanê kurdî ji holê rakin, xwedî derketina zimanê kurdî û weşanên kurdî kêm bikin. Di vê astê de mirov dikare bibêje xwedî derketin baş e, lê mixabin rastiyeke bi vî rengî jî heye ku li gorî rastiya civaka kurd a ku bedelên giran dane û têkoşîneke mezin didin divê xwedî derketin di asteke bilindtir de bûya. Ne tenê ji bo Rojnameya Xwebûnê, ez vê yekê bi giştî diparêzim.”   ‘XWEBÛN JÎ NIRXEKE VÎ WELATÎ YE’   Di berdewamiya axaftina xwe de Bûlût diyar kir ku civakek ango gelek bi zimanê xwe heye, bi çanda xwe, baweriya xwe, bi nirxên xwe heye. Bûlût, destnîşan kir ku heke xwedî derketina li van yekan kêm û qels bibe ku armanca desthilatê jî ev e, wê ev civak, gel, çand, dîrok, ziman jî tune bibe. Bûlût, anî ziman ku bi vê hişmendiyê pêwîste her kurdek ku di xwe de hestên kurdewariyê diparêze, xwedî li van nirxên xwe derbikeve û ev tişt got: “Divê xwedî li ziman, çand, dîrok, nirx hwd. derbikevin. Rojnameya Xwebûnê jî nirxeke vî welatî ye û pêwîste ku li vê rojnameyê jî xwedî derbikevin.”   ‘XWEBÛN JI BO CIVAKÊ DERFETEKE GIRÎNG E’   Bûlût, diyar kir ku Rojnameya Xwebûnê ji bo civakê derfeteke girîng e û hem ji aliyê çapê ve hem jî, ji aliyê medyaya dîjîtal ve di her platformê de heye. Bûlût, da zanîn ku ew bi her awayî dikarin xwe bigihînin her kurdekî û wiha lê zêde kir: “Li ku dera cîhanê be bila bibe, hem bi çapî hem jî bi platformên dîjîtal rojname xwe digihîne kurdan. Ev yek avantajeke mezin e. Di sedsala 21’emîn de ji teknolojiyê sûd wergirtin tiştekî girîng e. 50-100 sal berê derfet zêde nebûn û kurd bi her awayî ji têgihiştina hebûna xwe bêpar bûn. Heke ne yeke pir xwedî derfet bûya, derbarê xwe û dîroka xwe de nedikarî xwe bigihîne her agahiyê. Niha ji ber rista teknolojiyê ev derfet zêde ne. Em jî vê yekê bir kar tînin û bi her awayî em xwe digihînin her kurdê ku hay ji xwe heye û xwe nas dike. Ev yek ji bo me avantajeke mezin e. Dezavantaj jî hene. Gelek kesan ev qada ziman ji xwe re kiriye qada bazirganiyê û tenê ji bo berjewendiyên xwe teknolojiyê bi kar tînin. Heke bizanibe du peyvên xweş ên kurdî jî bibêje, ji xwe re platformekê ava dike û hişê civakê jî şolî dike. Em dibêjin ku bila her kurdê ku xemxwarê zimanê kurdî ye, ji hebûna sazîbûna platformên dişopînin haydar bin û pêbawer bin. Heke ne pêbawer bin dibe ku agahiyên jê digirin rê li ber şaşiyên cudatir vekin. Ev yek ji bo pêşeroja kes û civakê jî xetereyek e.”   ‘DI ŞEVA YELDAYÊ DE DERKET’   Bûlût diyar kir ku Xwebûnê cara yekem bi manşeta ‘Heke zimanê te erzan be…’ derket pêşberî xwînerên xwe û niha jî 4 sal li du xwe hiştin. Bûlût, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xwebûn di Şeva Yeldayê de derket. Di baweriya kurdan de ev şev cihekî girîng digire û weke cejnekê tê pîrozkirin. Yek ji sê cejnên kurdan a kevnare ye. Xwebûn di şeveke bi vî rengî de û li ser esasê parastina nirxên neteweyî yên kurdî derket pêşberî xwînerên xwe. Em jî dibêjin ku pêwîste ku weke her gelekî, neteweyekî, kurd jî li hebûna xwe, zimanê xwe û xwebûna xwe xwedî derbikevin. Kurdê ku li xwebûna xwe xwedî derdikeve di encamê de dê li Rojnameya Xwebûnê jî xwedî derbikeve. Ji ber ku Rojnameya Xwebûnê, xwebûna her kesekî ye.”   MA / Bazîd Evren