Parêzerên bi girtiyan re hevdîtin kirin: Azadî û çareseriyê dixwazin 2023-12-21 09:04:17   ÎZMÎR- Parêzerên OHD’yî yên di hevdîtina vekirî de bi muwekîlên xwe re axivîn, anîn ziman ku girtî azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dixwazin.    Di 27’ê mijdarê de ji 100’an zêdetir girtîgehan de bi daxwaza rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya Rêbêrê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgheha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de tê ragirtin, grevên birçîbûnê yên demkî û dorveger hatin destpêkirin. Parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê bi muwekîlên xwe yên di greva birçîbûnê de ne hevdîtin pêk anîn û daxwazên wan guhdar kirin.    GIRTÎ BIBIRYAR IN   Parêzer Halîl Coşkûn destnîşan kir ku çalakî bi daxwaza azadiyê hatiye destpêkirin û da zanîn ku divê di çarçoveya vê daxwazê de gav werin  avêtin û got: “Birêz Abdullah Ocalan ev 4 sal in tu awayî bi parêzên xwe re nikare hevdîtinê pêk bîne. Herwiha nêzî 3 sal in jî bi malbata xwe re nikare tu awayî têkilî deyne. Daxwaza girtiyên ketine greva birçîbûnê daxwazên di çarçoveya Destûra Bingehîn û li gorî Kanûnên Înfazê ne. Lê bele dewlet, Wezareta Karên Hundirîn û Wezareta Dadê bi tu awayî gav naavêjin, herwiha xwe li ber kerr, kor û lalbûnê datînin.”   Coşkûn da zanîn ku di qanûna înfazê de taybet li gorî kesekê madeyeke bêragihandin hiştina giran tune ye û wiha berdewam kir:  “Lêbelê bi salan e, bi awayekî keyfî ser birêz Abdullah Ocalan tecrîd tê meşandin. Muwekîlên me di hevdîtinên me bi wan re kirine de destnîşan kirin ku heke daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya wan bi awayekî cudatir berdewam bike. Ji bo ku encamên cudatir dernekevin holê, divê têkildarî mijarê cihên berpirsyar gav bavêjin.”   ‘DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN’   Parêzer Onûr Can Aykût ê bi muwekilên xwe yên di greva birçîbûnê de ne re hevdîtin pêk aniye, bi lêv kir ku dema daxwazên muwekîlên wan nehatin pêkanîn, dê têkoşîna xwe mezintir bikin. Aykût bi bîr xist ku di girtîgehan de gelek binpêkirinên mafan tên jiyîn û got: “Nêzîkatiya li hemberî Abdullah Ocalan asta gihaştina hestî ya kêrê ye.”   Aykût da destnîşan kir ku girtî di daxwazên xwe de bibîryar in û anî ziman ku divê daxwazên wan werin qebûlkirin. Di berdewama axaftina xwe de Aykût diyar kir ku girtiyên di greva birçîbûnê de ne, bibiryar û moral in û wiha axivî: “Dibêjiin ku em ê çalakiya xwe heya ku encam bi dest bixin dê bidomînin. Jî raya giştî jî alîkariyê dixwazin.”   ‘BI MORAL Û BI ISRAR IN’   Parêzer Îmdat Ateş jî bilêv kir ku ev demeke dirêj ê di girtîgehan de binpêkirinên mafan tên jiyîn. Di berdewama axaftina xwe de Ateş got ku girtî bi moral û bi israr in û ev anîn ziman: “Girtî dixwazin daxwazên wan di raya giştî de werin rojevê û deng vedin. Ji ber ku ev çalakî ji bo ku pirsgirêk werin rojevê, wek çareseriya dawî tê dîtin. Lêbelê xemsariya rêveberiyên ku guh nadin pirsgirêkan girtîgehan û zêdekirina zextan dibe sedema belavbûna çalakiyên grevên birçîbûnê.    MA / Delal Akyuz