Hevserokên MSD’ê yên nû hatin diyarkirin 2023-12-21 09:24:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Leyla Qereh Man û Mehmûd Deham Ebdulezîz weke hevserokên MSD’ê yên nû hatin hilbijartin.    Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) duh bi tevlibûna 400 delegeyan 4’emîn kongreya xwe li Reqayê li dar xist. Di encama nîqaşên tevahiya rojê de hilbijartin hate kirin û Leyla Qereh Man û Mehmûd Deham Ebdulezîz weke hevserokên nû yên MSD’ê hatin hilbijartin.    LEYLE QEREH MAN   Di sala 1980’an de li Efrînê ji dayik bû. Ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve bi taybet jî xebatên xwe yên siyasî yên di nav tevgera jinê de zêde kir.    Leyla Qereh Man, Navenda Perwerde û Bîrdozî ya Jinan li Heleb û Efrînê vekir. Dûre xebatên xwe yên siyasî li Lubnanê wek nûnera têkiliyên dîplomatîk a Kongra Star meşandin. Li wir hewl da têkiliyan jinan ên bi jinên ji Efrîqayê re xurt bike.    Leyla Qereh Man, di kongreya 3’yemîn a MSD’ê ya 2018’an de tev li MSD’ê bû. Wek endama Meclisa Serokatiyê û cîgira Hevserokatiya MSD’ê cih girt. Sala 2020’an tev li Partiya Sûriya Pêşerojê bû û wek cîgira serokê partiyê xebitî.     MEHMÛD DEHAM EBDULEZÎZ EL MISLET   Di sala 1974’an de li Hesekê ji dayik bû. Di têkiliyên navneteweyî de master, di lêkolînên Rojhilata Navîn de jî dîploma bi dest xistiye. Di Zanîngeha Ohio û Zanîngeha Oberlin ên Amerîkayê de mamoste ye.   Sala 2014’an ji aliyê hikumeta Şamê ve bi hinceta tevlibûna rêxistineke siyasî ya qedexe, hate girtin. Yek ji damezirînerên Partiya Pêşxistinê ya Nîştimanî ya Sûriyeyê ye. Di partiyê de serokê Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Meclisa Nîştimanî ya Sûriyeyê li Amerîka û Kanadayê bû.   Serokê Navenda Çanda Erebî-Amerîkî ya Lêkolînên Îslamî ya li bajarê Lorîn ê Ohioyê, serokê Beşa Lêkolînên Qanûn û Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Commonwealth a Amerîkayê, gerînendeyê şîrketa MDM a lêkolîn û şêwirên qanûnî û perwerdeyê û yek ji damezirînerên Îtîlafa Îlmanî ya Sûriyeyî ya Parîsê ye.