Nunerên rêxistinên sivîl: Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin 2023-12-21 10:40:34 RIHA - Li Rihayê rêveberên OHD, ÎHD Û SES’ê dan zanîn ku daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de rewa ne û anîn ziman ku divê daxwazên wan bên qebûlkirin.    Greva birçîbûnê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiyê fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rakirina tecrîdê hatine destpêkirin di roja 25’emîn de berdewam dikin. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê Serhat Kurt, Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Rihayê Ferhat Demîr û Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Halîl Akbaş, greva birçîbûnê ya girtiyan nirxandin.    ‘BI SAÎKÊN SIYASÎ TEVDIGERIN'   Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Rihayê Serhat Kurt, destnîşan kir ku ew hemû binpêkirinên tên kirin bi raporên xwe yên 3 mehan carekê eşkere dikin û da zanîn ku ew di roja 2’yemîn a greva birçîbûnê de çûn serdana girtiyên li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên bi Tîpa T yên Rihayê. Kurt, da zanîn ku rêveberiyên girtîgehan ji bo binpêkirinên mafan tu gav neavêtine û bilêv kir ku tecrîd jî hatiye girankirin. Kurt nameyên xwe yên ji bo Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) û saziyên parastina mafan ên navneteweyî re şandine bi bîr xist û got: “Daxwazên wan daxwazên heq in. Girtiyên siyasî wekî demên berê, di pêvajoya dawî de jî li dijî şer û tecrîdê ketin grevên birçîbûnê. CPT di rapora xwe ya dawî de hin hişyarî li Tirkiyeyê kirin. Koalîsyona AKP-MHP’ê polîtîkayên pirsgirêka kurd û tecrîdê anî heya îro. Ji ber ku li şûna hiqûqê, bi helwestên siyasî tevdigerin.”    ‘DIVÊ EM JÎ BIFIKIRIN’   Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Rihayê Halîl Akbaş jî anî ziman ku girtiyên siyasî bi greva birçîbûnê hem peyamê didin dewletê û hem jî didin desthilata AKP-MHP’ê. Akbaş, diyar kir ku tecrîda ji Îmraliyê belavî hemû girtîgehan û ji wir jî belavî tevahiya civakê bûye, li ser mirovan gumanên pêşerojê çêdike û axaftina xwe wiha domand: “Girtiyên siyasî bi grevên xwe yên birçîbûnê li aliyekê hewl didin tecrîda li ser birêz Ocalan bidin rakirin û li aliyê din jî dixwazin tirsa gel bişkînin. Ji ber wê careke din vê çalakiyê girtin ser xwe. Divê em jî ji vê peyama vê çalakiya wan bifikirin û berpirsyariyên dikevin ser xwe pêk bînin.”   ‘GIRTIYAN DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDAN'    Di dirêjiya axaftina xwe de Akbaş da zanîn ku girtî bi derfetên kêm li ber xwe didin û anî ziman ku divê parastvanên mafên mirovan, rewşenbîr û pêşengên civakê ji bo rakirina tecrîdê û jinûve avakirina demokrasiyê divê bi hev re tevbigerîn û got: “Divê em di çarçoveya mafê me yê demokratîk û hiqûqî de derkevin kolanan û dengê xwe bilind bikin. Divê em daxwaza xwe ya jiyana azad û rakirina tecrîda ser birêz Ocalan bînin ziman. Em dizanin dê fikr û ramanên birêz Ocalan pêşî li siyaseta Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn veke.”   SÛDGIRTINA MAFÊ TENDURISTIYÊ   Hevserokê Şaxa SES’a Rihayê Ferhat Demîr jî destenîşan kir ku ji daxwazên sereke yên grevên birçîbûnê yek jî sûdgirtina mafê tenduristiyê ye. Demîr, bal kişand ser rewşa tenduristiya girtyan û ev tişt anî ziman: "Bi qasî em nûçeyan dişopînin û dibînin,  mafê tenduristiyê li girtîgehan gelek tê binpêkirin. Girtî nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê.”   ‘DI GREVÊ DE JÎ RASTÎ BINPÊKIRINA MAFAN TÊN’   Di dawiya axaftina xwe de Demîr anî ziman ku rêveberiyên girtîgehan tiştên pêwîst ên ku ji girtiyan re hewce ne, nade wan û axaftina xwe wiha qedand: "Li gorî agahiyên ber destê me, tiştên pêwîst nadin girtiyan. Çalakiyên grevên birçîbûnê, çalakiya li dijî sepanên dijdemokratîk e. Dema çalakiyê dikin jî rastî binpêkirina mafan tên. Divê li gorî rêgezên Rêxistina Bijîşkên Girtiyan ên Cîhanê diyar kirine tevbigerin. Hem bi Danezana Maltayê hem jî bi ya Tokyoyê mafên girtiyên dikevin grevên birçîbûnê hatinê mîsogerkirin. Divê li gorî van rêgezan nêzî girtiyan bibin."    MA / Ceylan Şahînlî