AYM’ê ji bo Can Atalay cara duyemîn biryara binpêkirinê da 2023-12-21 13:27:25 NAVENDA NÛÇEYAN - AYM’ê ji bo Parlamenter Can Atalay cara duyemîn biryara binpêkirinê da.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Can Atalay cara duyemîn biryara binpêkirinê da. AYM’ê da zanîn ku li dijî 3 dengên dijber, bi piraniya dengan biryar hate dayîn ku xala 67’an a Destûra Bingehîn ku mafê bijartin û xebatên siyasî mîsoger dike û xala 19’an a mafê azadî û ewlehiya kes mîsoger dike hatine binpêkirin.