Li Hespistê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ye 2023-12-21 18:14:38   ŞIRNEX- Li gundê Hespist ê Hezexê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Ketin û derketina gund hat qedexekirin.   Li gundê Hespist ê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê danê sibehê ji bêjahî û hewayê ve operasyona leşkerî hat destpêkirin. Leşkerên ku derketine operasyonê gundê Hespistê dorpêç kirin. Gundiyên ku xwestin bikevin gund ji aliyê leşkeran ve hatine sekinandin û leşkeran ji wan re gotiye, "Ketin û derketina gund qedexe ye, hûn nikarin bikevin gund." Gundî hewl didin biçin gund.    Her wiha hat ragihandin ku dorpêça leşkeriyê jî didome. Di ketina gund de wesayitên gundiyan li dû hev rêz bûne.