Heke xanî biheje di kon de ne neheje jî di nav kavilan de ne 2023-12-22 09:04:26   MEREŞ - Mexdûrê erdhejê Fahrî Tabak ê ku bi hevjîn û du zarokên xwe re di mala xwe ya xesareke giran gihiştiyê û konê li rex xanî vedaye de dimîne wiha got: “Heke xanî biheje em di kon de heke neheje jî em di xaniyê xesar girtî de dimînin.”    Li Mereşa ku navenda erdhejên 6'ê Sibatê bû mexdûrên erdhejê vê zivistanê jî bê mal derbas dikin. Li Mereşa di erdhejê de 12 hezar û 622 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 hezar û 940 avahî hilweşiyan. Piştî erdhejê ji bo 19 hezar û 194 avahiyên ku zirareke mezin gihiştiyê, biryara hilweşandina bilez hat dayîn. Pirsgirêka herî mezin a maxdurên erdhejê xanî ne. Tevî 11 meh bi ser erdhejê re derbasbûne jî pêdiviya mexdurên erdhejê ya xaniyan nehatiyê dabînkirin. Li Mereşê bi tevahî li 51 cihan 23 hezar û 212 konteynir hatine danîn. Hin mexdurên erdhejê di van konteyniran de dimînin, hin jî an di xaniyên xesareke mezin gihiştiyê de an jî di konan de dimînin.     Li Mereşê mexdurên erdhejê ji ber di sir û seqema zivistanê de bê war mane gelek zehmetiyan dikşînin. Rewşa radestkirina xaniyên nû jî hê ne diyar e. Li Mereşê pirsgirêkên mexdurên erdhejê nayên çareserkirin. Waliyê Mereşê Mukerrem Unluer, daxuyandibû ku mexdûrên erdhejê dê heta dawiya salê koçî avahiyên nû bikin lê tevî dawiya salê ye jî mexdûrên erdhejê hê di kon, konteynir û xaniyên xesareke mezin gihiştinê de dijîn.    Yek ji mexdûrên erdhejê Fahrî Tabak (57) jî ji ber neçareserkirinê di xaniyekî xesareke mezin gihiştiyê û kon de dimîne. Tabak ku di nav kavilên xaniyê xwe yê hilweşiyayî de amûrên xwe yên beriya erdhejê digeriya dibejê, ji ber ku xaniyê wî di erdhejê de hilweşiyayê ew bi 2 zarok û hevjina xwe ve li kone ku li rex xaniyê xwe yê hilweşiyayî vedaye û li xaniye ku xesareke mezin gihiştiyê dimînin. Tabak dibêje, heke erd biheje ew diçin kon lê heke neheje jî li xaniyê xesareke mezin gihiştiyê dimînin.   Yek ji mexdûrên erdhejê Fahrî Tabak   ‘5 HEZAR XIZM Û NASÊN MIN DI ERDHEJÊ DE JIYANA XWE JI DEST DAN’    Tabak bi bîr xist ku roja erdhejê ew bi hevjîn û 2 zarokên xwe ve di bin kavilan de mabûn û ev tişt gotin: “Em bi birîndarî ji bin kavilan rizgar bûn. Di malbata min de kesê jiyana xwe ji dest neda lê nezî 5 hezar xizm û nasên min di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Di dema erdhejê de tîmên rizgarkirinê dereng hatin û amûrên wan jî tune bûn. Heke wisa nebûna ev qas kesan jiyana xwe ji dest nedida.”   WEKE SALA PAR ÎSAL JÎ DI KON DE NE   Bi domdarî Tabak, diyar kir ku ji ber neçariyê ew di xaniyê xirbe û kon de dimînin û got: “Heke xanî biheje em di kon de ne heke neheje jî em di nav kavilan de ne. Me daxwaza konteynirê kir lê gotin divê hûn werin bajarê konteynir. Ew der jî dûrî vir e. Zarokên min diçin dibistanê ji ber wê jî em nikarin biçin wir. Heke li vir konteynir bidana me, me dikarî li vir bimînin. Ji ber vê yekê em li mala xizmên min ku wêran bûye dimînin. Ev der jî xeternak e. Hevjîna min hîn jî tedawiya psîkolojîk dibîne. Em ê nikaribin demeke dirêj li vir jî bimînin. Ji ber ku ew ê vê derê jî hilweşînin. Lê tiştekî ku niha em bikin tune ye. Derfeta me ya ku biçin xaniyekî din tune ye. Me daxwaza xanî kir, heke derkeve em ê derbasî xanî bibin. Çawa ku sala par em di kon de bûn îsal jî di kon de ne. Sar e, lê tiştek em bikin tune ye.”   MA / Mahmût Altintaş