Xwişka Mazlûm Dogan: Çalakî girîng in divê em li cihê xwe nesekinin 2023-12-22 09:06:07   STENBOL - Xwişka Mazlum Dogan Serap Mûtlû Dogan a bal kişand ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan daye destpêkirin û Nobeta Edaletê ya li derve didome girîng in û got: “Divê em li cihê xwe nesekinin.”   Kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” berdewam dike. Xwişka yek ji pêşengên PKK’ê Mazlum Dogan, Serap Mûtlû Dogan a serdana çalakiya Nobeta Edaletê ya li Stenbolê hatiye destpêkirin kir, têkildarî tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê axivî.     Xwişka Mazlum Dogan Serap Mûtlû Dogan   ‘EM PÊVAJOYA AŞTIYÊ DIXWAZIN’     Dogan, destnîşan kir ku sedemê tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxwaza desthilatê ya berdewamkirina şer e. Dogan, bi lêv kir ku desthilat ji şer sûdê werdigire û wiha got: “Qezenca wan ji şer heye. Heke birêz Abdullah Ocalan biaxive dê pêvajoyeke aştiyê dest pê bike. Ji ber vê yekê tecrîdê didomînin. Lê em tu caran nebûn alîgirên şer. Ji ber vê yekê em pêvajoyeke aştiyê dixwazin. Ji bo ku pêvajoya aştiyê dest pê bike jî divê ev tecrîd teqez rabe.”   ‘HEKE ÇALAKÎ NEBIN DÊ RIZÎBÛN ZÊDE BIBE’    Dogan a bal kişand ser çalakiyên Nobeta Edaletê û çalakiya greva birçîbûnê, girîngiya çalakiyên wiha destnîşan kir û wiha berdewam kir: “Heke ev çalakî û aktîvîte nebin dê zext û zilm zêdetir bibin. Dê kolekirin û xizankirineke zêde dibe derkeve holê. Kurtasî di li Tirkiyeyê di her mijarê de rizîbûnek dest pê bike. Armanca dayikên me, kesên ketina çalakiya greva birçîbûnê û kesên piştevan ew e ku vê rizîbûnê xelas bikin û pêvajoyeke nû ya aştiyê bidin destpêkirin.”   ‘DIVÊ HERKES TEVKARIYÊ BIKE’    Dogan, bi lêv kir ku ji bo ku tecrîd rabe ne tenê kurd divê herkes têbikoşe û ji bo rakirina tecrîdê banga xwedî derketina çalakiyan kir. Dogan, bi bîr xist ku ji bo ku tecrîd rabe ji çar aliyê cîhanê çalakî tên kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji destê me çi were divê em hemû bi awayekî tevkariya vê pêvajoyê bikin. Divê em li cihê xwe nesekinin. Divê em vê rewşa tecrîdê ji cîranên xwe ji hevalên xwe re vebêjin û ji bo ku tecrîd rabe herkesê tev li vê pêvajoyê bikin. Hewce be dikare çalakiyên cuda jî pêk werin. Ji ber ku encax bi vî awayî em dikarin hin tiştan çareser bikin. Bi rûniştinê û bêdengiyê çênabe.”