Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê çû serdana DEM Partiyê 2023-12-22 13:08:59   ENQERE - Şandeyeke ji rêxistinên elewiyan çûn serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan.    Şandeyeke ji Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê (KYEE) û nûnerên rêxistinên elewyan ên li Tirkiyeyê pêk dihat çû serdana Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan. Şande, li navenda giştî ya partiyê ji hêla Hatîmogûllari û Bakirhan ve hate pêşwazîkirin.    Di serdanê de ji ewil Hatîmogûllari axivî û da zanîn ku ji dîrokê heta niha civaka elewî her tim rastî zext û pişaftinê hat. Hatîmogûllari, wiha domand: “Tevî hemû zextan jî li dijî senteza tirk-îslamê têkoşiyan. Bi taybet jî îktîdara AKP’ê bi qanûnekê baweriya elewiyan girêdayî Wezareta Turîzm û Çandê kir û ev yek ne hewldaneke jirêzê ya ji bo dengan e.”     EM JI BO HEMWELATIYA WEKHEV TÊDIKOŞIN’    Hatîmogûllari, destnîşan kir ku sekna civaka elewî û saziyên wan ên li dijî zextan girîng e û qurbaniyên Komkujiya Mereşê bi bîr anî. Bi domdarî Hatîmogûllari got ku weke DEM Partiyê, ew li gel pêkvejiyana gel û baweriyên li vê erdnîgariyê ne û wiha pê de çû: “Armanca bernameya me ya esasî ew e ku hemû gel û baweriyên cuda yên li ser vê erdnîgariyê dijîn li ser bingeha mafê hemwelatiya wekhev bijîn û mafên wan di Destûra Bingehîn de bên mîsogerkirin. Em ji bo vê têdikoşin. Valaderxistina hewldanên AKP’ê ku dixwaze bi kodên civakê bilîze, peywira me tevan e.”   ‘ELEWIYAN XWE LI EWROPAYÊ BIRÊXISTIN KIRIN’    Serokê Giştî yê Federasyona Yekitiya Elewiyan a Almanyayê (FYEA) û Serokê Wekhev ê KYEE’yê Huseyîn Mat jî ev tişt anî ziman: “Em gelek keyfxweş in ku li vir in. Ji ber ku em gelek caran li dora vê maseyê hatin gel hev. Elewiyên li Ewropayê hemû mafên xwe yên destûra bingehîn bi dest xistin. Me bi rêya du tiştan ev maf bi dest xistin. Ya yekemîn; elewiyan xwe birêxistin kirin û dema xwe birêxistin kirin jî gihiştin vê qenaetê; elewî li kîjan welatî bijîn dixwazin li wî welatî birêve bibin. Tirkiye jî di nav de. Em dixwazin bibin parçeyeke birêvebirinê. Ya duyemîn jî; di Destûra Bingehîn a welatên Ewropayê de azadiya ol û wijdanê heye, mafê hemwelatiya wekhev heye û dewlet mecbûr in ku bi van qanûnan bikin.”    Piştî axaftinan jî civîn hate lidarxistin. Civîn, ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.