Pankarta pêşengên kurdan bi Pira Alman ve hat daliqandin 2023-12-22 21:15:54   MÊRDÎN - Pankarta ku wêneyên pêşengên kurdan li ser, li Nisêbînê bi Pira Alman ve hat daliqandin.    Nîqaşên der barê Şêx Seîd de didomin. Li gel vê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê komeke ciwan pankarta ku wêneyên pêşengên kurdan li ser bi Pira Alman ve daliqandin. Ciwanan gava pankarta ku wêneyê Şêx Seîd û Mihemed Qazî li ser daliqandin, dirûşme bezr kirin.