Li Mereşê piştî erdhejê bihabûn zêde bû ye 2023-12-23 09:18:45 MEREŞ – Yaşar Çam ê ji erdhejê rizgar bûyî ku di erdhejê de kur, bûk û du neviyên xwe winda kir, tevî temenê xwe yê mezin li bufeya ku piştî erdhejê vekir debara xwe dike. Çam diyar kir ku piştî erdhejê biha zêde bûne û gel wêran bûye.   Di ser erdheja 6'ê sibatê ya ku navenda wê Mereşê bû re 11 meh derbas bûn. Di erdhejên ku bandor li 11 bajaran kir de li gorî hejmarên fermî 50 hezar û 783 kesan jiyana xwe ji dest dan û 107 hezar û 204 kes jî birîndar bûn. Mereş ku navenda erdhejê ye yek ji bajarên herî zêde wêran bûye. Li Mereşê ku 12 hezar û 622 kesan jiyana xwe ji dest dan, li gorî hejmarên fermî 15 hezar û 940 avahî hilweşiyan. Li bajarê ku piştî erdhejê ji bo 19 hezar û 194 avahiyan bi lezgînî biryara hilweşandinê hat dayîn, xebatên rakirina xirbeyan dewam dikin. Li Mereşê ji aliyekî hilweşandina xaniyên xesar girtinê ji aliyê din jî bi çêkirina xaniyên nû bajar bûye weke qada înşaatê.   Li Mereşa ku piştî erdhejê gelek mexdûrên erdhejê bê mal man, ji bilî pirsgirêka xanî, pirsgirêka debarê jî kûrtir bû. Li Mereşa ku piştî erdhejê biha zêde bûne mexdûrên erdhejê di bin şert û mercên dijwar de hewl didin debara xwe bikin. Ne diyar e kengî cihên kar ên mexdûrên erdhejê yên ku dikan û kargehê wan hilweşiyanê dê kengê bên avakirin, lê mexdûrên erdhejê bi derfetên xwe hewl didin debara xwe bikin. Yên ku dikan û  kargehan wan hilweşiyanê an bi derfetên xwe bi daran ji xwe re dikkan vekirinê an jî di konteyniran de dan û standina xwe dikin. Yek ji mexdûrên erdhejê Yaşar Çam (62) ku di erdhejê de kurê xwe, bûk û du neviyên xwe windakir tevî temenê xwe yê mezin, di bufeya ku bi derfetên xwe vekir de debara xwe dike.    'HEQÊ NANÊ XWE DERDIXIM'   Çam ku 3 meh berê li Bulvara Haydaraliyev a navçeya Onîkîşubat a Mereşê bi daran ji xwe re cihek weke bufe vekiriyê û debara mala xwe dike diyar kir ku qehwexaneya ku ew lê dixebitî di erdhejê de hilweşiyaye û wiha qal kir: “Di erdhejê de xaniyê min hilneweşiya lê lawik, 2 newî û bûka min jiyana xwe ji dest dan. Niha bi hevjina xwe re dijîm. Ez debara xwe ya rojane ji bufeya ku min li vir vekir bi derfetên xwe qezenc dikim. Gelek esnafên ku dikanên wan hatin hilweşandin jî weke min bi derfetên xwe cih vekirin. An jî bi vekirina dikanên ji konteyniran debara xwe dikin. Lê ne pêkan e ku wek berê debara xwe bikin. Şert û merc pir dijwar bûn. Nizanim dê dikaneke nû çêkin an na. Zivistan sar e, lê tiştek di destê me de nemaye."   'PIŞTÎ ERDHEJÊ BIHABÛN ZÊDE BÛ'   Çam, anî ziman ku piştî erdhejê bihabûn zêde bû ye û wiha got: “Di navbera Mereş a berê û ya niha de cûdahiyeke mezin heye. Mereş berê pir xweşik bû. Niha hemû înşaat û kavil e. Mirov di rewşeke pir dijwar de ne. Piştî erdhejê kirê du qat zêde bûne. Her tişt buha bûye. Ji ber ku mal tune ne, kirê biha bûne. Dê heta kengî mirov karibin di konteyniran de bimînin? Ji ber vê sedemê jî xelk neçar in derkevin xanî lê kirêya malê ewqas biha ye ku kes nikare derkevin xanî.”   MA / Mahmût Altintaş