Wekîla DEM Partiyê Kûnt: Vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e 2023-12-23 14:03:22   RIHA - Parlamentera Rihayê Dîlan Kûnt a di 1’emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê de axivî wiha got: “Kesên li Kurdistanê komkujiyê dikin bila vê baş bizanin; doza rewa ye mafdar e, têkoşîna me dê bi awayekî herî xurt bidome. Kesên beriya we jî heman tişt kirin lê vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e.”   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Eywana Konferansê ya Çamlik a li navçeya navendî Halîliyeyê li dar xist. Ji bilî parlamenterên bajêr Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes beşdar bûn. Li eywana ku kongre lê hate lidarxistin pankartên “Zarokên ku parazvanên gelê xwe ne, ne bêxwedî ne”, “Bijî berxwedana ciwanan”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Ji tecrîd, şer û xizaniyê re na” û “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî serbikevin” hatin daliqandin.    Kongre bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, dest pê kir. Endamê Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Îzzet Karadag ê di kongreye de axivî, qala girîngiya dîrokî ya Rihayê kir û wiha got: “Berpirsyartiyeke me ya mezin heye. Cihê ku têkoşîna aştiyê lê ji dayik bû û mezin bû ev der e.” Karadag ê qala tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin kir, çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan silav kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Serdar Tum jî spasiyên pêşkeşî kesên tev li kongreyê bûn kir û bang kir ku ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan didome, deng were derxistin.    ‘DÊ DAWÎ BI HEYBET BE’    Mûhsîn Aydogdû yê li ser navê Meclisa Ciwanan a DEM Partiya Rihayê axivî wiha got: “Ciwanên welatparêz her tim rol û misyona xwe ya ku dîrokê daye bi cih anî ye. Em ê weke hevrêyên Kemal Pîr, Alî Çîçek û Hayriyan di rêya wan de biçin. Silav li kesên li zindanan li ber xwe didin. Ji birêz Ocalan 33 meh in agahî nayên girtin. Ev weke lekeyeke reş di dîroka mirovahiyê de hatiye nivîsîn. Encam çi dibe bila bibe wê dawî bi heybet be. Sibê li Amedê kongreya me heye, em herkesê vedixwînin.”   ‘GELÊ KURD SED SAL IN LI BER XWE DIDE’    Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kûnt Ayan a pişt re axivî wiha got: “Me li ber xwe da, em têk neçûn li dijî zilmê li ser piyan e. Gelê kurd 100 sal in li ber xwe dide. Em ji vir bersivê didin wan û 100 hezar sal jî derbas bibin hûnê nikarin berxwedanê bi dawî bikin. Gelê kurd heye û dê hebe jî.” Ayan, qala girîngiya pêşengên kurdan Şêx Seîd, Seyîd Riza, Leyla Qasim û Qazî Mihemed a di dîrokê de kir û wiha berdewam kir: “Bila kesên di kolanên Kurdistanê de komkujî kirin vê baş bizanin ku; doza me rewa ye û mafdar e. Têkoşîna me bi awayekî herî xurt li ser piyan e. Hûn ê kurdan, çand û zimanê kurdan nas bikin. Kesên beriya we jî heman tişt kirin lê vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e.”   Ayan, a çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî daye destpêkirin bi bîr xist û ev tişt gotin: “34 meh in hewl didin dengê birêz Ocalan bibirin. Ji bo avakirina aştiyeke civakî divê tecrîd demildest were rakirin. Em ji vir careke din dibêjin; têkoşîna li zindanan hatiye destpêkirin em ê li qadan bidomînin.”   HEVSEROKÊN NÛ DIYAR BÛN   Piştî axaftinan raporên faaliyet û malî hatin xwendin. Sema Aîşeoglû û Bekîr Karakeçîlî weke Hevserokên DEM Partiyê yên Rihayê hatin hilbijartin. Hevserokan gel silav kir û soza mezinkirina têkoşînê dan. Kongre bi govenda li ber stranên Hozan Şervan gotin hate gerandin bi dawî bû.