Xwestin girtiyê nexweş ê 28 sal in tê ragirtin were berdan 2023-12-23 16:02:27   ENQERE - Şaxa ÎHD’a Enqereyê destnîşan kir ku ji ber rewşa tenduristî ya girtiyê nexweş Resûl Kocaturk ê 28 sal in girtî ye, ji bo mayîna girtîgehê guncav nîn e û xwest demildest were berdan.   Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di heftaya 485’emîn de li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî dan û balê kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e, nayê astengkirin, Bila girtiyên nexweş werin berdan” hate vekirin. Di daxuyaniyê de hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmacî axivî. Yazmacî destnîşan kir ku di girtîgehan de 651 girtiyên nexweş ên giran, bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Yazmaci da zanîn ku ji serê sala 2023’yan heya niha 41 girtî jiyana xwe ji dest dan.    GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ YÊN 500 ROJAN DERBAS BÛNE   Di berdewama axaftina xwe de Yazmaci anî ziman ku Resûl Kocaturk ê di Girtigeja Tîpa F ya Kiriklarê de tê ragirin, ev 28 sal e girtî ye û nexweş e. Kocaturk bilêv kir ku ji ber şert û mercên girtîgehê gelek nexweşî li Kocaturk peyda bûne û got: “Ji ber grevên birçîbûnê yên 500 rojan derbas dibin nexweşiya Wernicke-Korsakof heye. Bi darikên ber mila dikare bimeşe. Herwiha nexwşiyên Hipotioîd û Îrîtabl Kolon hene. Ji ber lekeyên ser cergê xwe demeke dirêj li Nexweşxaneya Sanatoryûm a Enqereyê de hate dermankirin û hêj modül li ser cergê wî hene. Girêdayî Otoîmmun Hepatîtê sîroza kezeba reş heye û ev nexşweşî demdirêj ye. Herwiha nexweşiya bêhçikiyê jî heye.”    DERMANKIRINA BIKELEMÇE   Yazmaci bi bîr xist ku girtî Kocaturk ji ber Îşkenceyan gelek caran hatiye birîndarkirin, gelek nexweşî lê peyda bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di tehlîlan de pirsgirêk derdikevin û ji ber muayeneya bikelemçe astengî tên jiyîn. Rewşa girtîgehê û wesayîtên rîngê ya ku wî dibin û tînin rewşa wî girantir dike.    DAXWAZA BERDANÊ   Yazmacî xwest ku pirsgirêkên tenduristî yên Kocaturk werin çareserkirin, dest ji muayeneyên bikelemçe û sewqên rîngê were berdan, tehlîlên wî bêkêmasî werin kirin û ev tişt gotin: “Divê hemû nexweşiyên wî berçav werin girtin û demildest pêvajoya berdana wî were destpêkirin.