Êrişî Tirbespiyê û Dêrikê hat kirin 2023-12-23 23:45:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku artêşa tirk tesîsên binesaziyê yên li derdora Tirbespiyê û Dêrikê bomberdûman kiriye.   Li gorî agahiyên nûçeya ANHA’yê, artêşa tirk êrişî tesîsên petrolê yên li derdora Tirbespiyê kiriye û li Dêrikê tesîsa elektirîkê bombe kiriye.   Hat ragihandin ku piştî bomberdûmana li Tirbespiyê şewateke mezin çêbûye.