Ji ciwanên hatin binçavkirin 26 jê hatin berdan 2023-12-25 18:07:42   AMED – Ji ciwanên ku piştî kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatin binçavkirin 5 jê zarok 26 kes hatin berdan.    Ji 61 kesên ku piştî Kongreya Asayî ya Yekem a Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatin binçavkirin, H.A., F.Z., A.Ç. piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Amedê hatin berdan. Zarokê bi navê M.D.Ç. jî piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrolkirina edlî sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hat kirin. Dadgeriyê bi şertê kontrolkirina edlî M.D.Ç. berda.    Ji kesên li Midûriyeta Polîsan a Amedê di binçavan de Melek Bayav, Zilan Yücel, Hayriye Filiz, Aziz Şahin, Alican Söğüt, Nuroj Türk, Hevin Türk, Muhammed Yusuf Demir, Sinan Süt, Berivan Bayar, Berdan Çelik, Azat Aktaş, Özcan Güneş, Cihat Arutay, Mizgin Çakır, Bünyamin Doğan, Mehmet Şen, Ferdi Erat, Selahattin Eyyüb û Ersin Metîn    Hêja Kayan jî piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hat kirin. Kayan ku bi şertê kontrolkirina edlî sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hat kirin, bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan.    Kesên hatin binçavkirin û yên îro hatin binçavkirin, dema binçavkirina wan rojekê hat dirêjkirin.