Êrişî qadên jiyanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin: 8 kes hatin qetilkirin 2023-12-25 19:33:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa dewleta tirk de jina ciwan a bi navê Aya El Sebawî jî jiyana xwe ji dest da. Hejmara kesên li Qamişloyê hatin qetilkirin derket 8’an.   Di encama bomberdûmana dewleta tirk a li ser gundê Um El Fursan ê li rojhilatê Qamişloyê de jina ciwan Aya El Sebawî jiyana xwe ji dest da û dotmama wê Sureya El Sewabî jî birîndar bû.   Di danê êvarî de dewleta tirk kargeheke terzî û stasyona petrolê ya Qenat Siwês a li taxa Meyselûn a Qamişloyê jî bombebaran kir.   Bi vî awayî di êrişên dewleta tirk de 8 welatiyên Kantona Cizîrê jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.    Li Kobanê jî 2 karker birîndar bûn.   Komîteya Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, navê kesên di êrişên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan eşkere kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ferhan Xelef, Bêrîvan Mihemed, Hisên Ehmed ve Riyad Hemo di êrişa li ser Çapxaneya Sîmavê de şehîd ketin. Di bombebarandina li ser fabrîkeya li Taxa Eleya ya Qamişloyê Ferhan Temê şehîd bû. Di bombekirina xwaringeha li gundê Ûm El Fûrsanê de jî Aya Sebawî şehîd bû."