Ji Çemê Aksûyê jehr diherike 2023-12-26 09:02:07   MEREŞ - Çemê Aksû yê ku ji Mereşê heta Çemê Ceyhanê diherike, ji ber bermayiyên fabrîqeyên derdorê reş diherike. Welatiyên li Taxa Hacîmustafa ku li kêleka Çemê Aksuyê dijîn, diyar kirin ku ji çem jehr diherike û ji rayedaran xwestin ku çareseriyekê bibînin.   Çemê Aksû yê ku ji navçeyên Kurdoxlî û Dulkadiroglû yên Mereşê dest pê dike û ji navçeya Onikişubat a Mereşê digihêje Bendava Sîrê, ava ji ber bermayiyên fabrîqeyên derdorê qirêj dibe li Çemê Ceyhanê tev li ava paqij dibe. Çem ji ber bermayiyên fabrîqeyan reş diherike û dibe sedema tunebûna gelek masî û candaran. Tevî giliyên welatiyên li derdora wê dijîn jî, pirsgirêka ava qirêj a ji Çemê Aksuyê diherike nayê çareserkirin   Li navçeya Onîkîşubat a Mereşê li rex cihê ku fabrîqe lê hene Çemê Aksûyê diherikê û qirêjiya wan fabrîqeyan tev li çem dibe. Li aliyê din ê çem jî taxa Hacimustafa a giredayî navçeya Onîkîşubat a Mereşê heye û welatiyên li taxê dijîn bi qirêjiya çem re rû bi rû dimînin. Welatiyên ku em li taxê pê re axivîn, diyar kirin ku ava ku jê masî digirtin, bi avakirina fabrîqeyan 15 sal in jê jehr diherike û ji rayedaran xwestin ku ji vê rewşê re çareyekê bibînin. Çemê ku ji ber fabrîqeyan reş diherike giyayê di nav avê de jî hişk kiriye. Ev yek bi wêneyan jî berbiçav e.   'JI BER FABRÎQEYAN ÇEM QIRÊJ BÛ YE'   Veysel Çîmen (73) ku em li taxê bi wî re axivîn diyar kir ku ji ber ku fabrîqeyan tesîsên parzînê çênekirinê çem qirêj dibe û wiha got: “Di çem de masi nemane. Berê di çemê Aksûyê de masî hebûn, lê niha hemû mirine û tiştek di çemê de nemaye. Ev der ji ber bermayiyên fabrîqeyan qirêj bûye. Ev der berê gelek xweş bû. Divê fabrîqe tesîsen parzînê çêbikin ku ev çem qirêj nebe."   'ÇEMÊ KU ME JÊ MASÎ DIGIRTIN JEHR DIHERIKÊ'   Welatiyê bi navê Balaban Ozbostan (68) jî bi lêv kir ku ava ku berê jê masî digirtin niha jehr diherike û ev tişt gotin: “Çemê Aksû ku ji zarokatiyê me lê avjenî dikir û jê masî digirtin, niha jehr diherike. Yên ku dibêjin em xwezaparêz in jî vê yekê nabînin. Ava ku heywanên me vedixwin jehr e. Ji dema ku fabrîqe hatine damezrandin heta niha jehr diherikin. Ji ber jehra ji çem diherike nexweşiyên enfeksiyonê derkevin holê. Ji ber ku em baxçeyên xwe bi vê ava qirêj av didin, piştî 15 salên din dê zarokên me pirsgirêka vê yekê bijîn. Kesên ku îdiaya rêveberiyê dikin divê tedbîran bigirin da ku Çemê Aksûyê qirêj neherike. Lê rêveber nikarin ji xwediyên fabrîqeyan re tiştek bibêjin. Bila dewlemend bêhtir dewlemend bibin feqîr bimirin jî ne xem e."   'SEWALKARÎ JÎ KÊM BÛYE'   Esnafê taxê Hayrettîn Yorulmaz (40) jî anî ziman ku ji ber qirêj bûna çem sewalkarî li taxa wan kêm bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji çemê ku di zarokatiya xwe de me lê avjenî dikir piştî avabûna fabrîqeyan û qirêjbûna çem em ditirsin ku destê xwe bikin nav ava çem. Em ji rayedaran dixwazin ku ji vê yekê re çareseriyekê bibînin. Ev qirêjiya çem bandoreke neyînî hem li xwezayê hem jî li mirovan dike. Berê ev der tev mêrg bûn. Şêniyên taxê bi sewalkariyê debara xwe dikirin. Lê niha merga li derdora çem nemayê ji ber wê jî sewalkarî her ku diçe kêm dibe. Em ditirsin ava çem vexwin û bidin sewalên xwe."   DIBE SEDEMA NEXWEŞIYAN   Yorulmaz, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku piştî qirêjbûna ava çem nexweşiyên weke pençeşêrê jî li taxa wan zêde bûne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di demên dawî de li taxa me nexweşên pençeşêrê zêde bûne. Berê, me qala penceşêrê nedikir lê niha ji ber jehra ku ji vê çemê diherike gelek kes bi pençeşêrê dikevin. Heke fabrîqe tevdîran bigirin ev çem dê ev qas qirêj nebe. Daxwaza me ew e ku ji vê pirsgirêke re çareseriyek bê dîtin û çem vegere rewşa xwe ya berê."   MA / Mahmût Altintaş