Dadgehê plana guherandina îmarê betal kir: Ne li gor mewzûatê ye 2023-12-26 09:05:45 AMED - Dadgeha Îdare ku biryar da ku guherandina plana îmarê ya bi destê Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Guherandina Avhewayê hat kirin betal kir, diyar kir ku guherandina planê ne li gor mewzûata îmarê, teknîka plansaziyê, rêgezên bajarvaniyê û fêdeya cemaweriyê ye.  Odeya Plansazên Bajêr a Amedê (ŞPO) di 9'ê Adara 2023'yan de li ber biryara Midûriyeta Giştî ya Plansaziyê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherandina Avhewayê ya li ser parsela 8069 a li Taxa Barişê ya navçeya Peyasê ya Amedê û parsela 1225'an a li Taxa Hahavar a Rezana Amedê rabûbû. Odeyê ji bo vê serî li Dadgeha Îdare ya 4'emîn a Amedê da. Dadgehê biryara betalkirina guherandina planên îmarê da.    Di dozê de ku ji aliyê ŞPO'yê ve hat vekirin hat gotin ku îmara navborî li dijî hiqûqê ye, tesîsên li dijî Rêgeza Avakirinê ya Planên Cihwarî hatine avakirin û karekî li dijî hiyerarşiya planan hatiye çêkirin.    Di biryara dadgehê de rapora pêzaniyê jî heye. Di raporê de ku ji aliyê pêzaniyê ve hat amadekirin, hat diyarkirin ku guherandina planê ne li gor mewzûata îmarê, teknîka plansaziyê, rêgezên bajarvaniyê û fêdeya cemaweriyê ye.    Dadgehê biryara betalkirina guhertina plansaziya herêmê da.   MA / Mujdat Can