Bi ser Komkujiya Roboskê re 12 sal derbas bûn: Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin 2023-12-26 09:51:43   ŞIRNEX - Bi ser Komkujiya Roboskê re 12 sal derbas bûn. Di van 12 salan de edalet nehate Roboskê. Bi minesebeta salvegera Komkujiya Roboskê malbat axivîn û gotin: "Ev 12 sal in edalet nehatiye Roboskê. Heta qiyametê em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin."    Li gundê Roboskê yê bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve di 28’ê kanûna 2011’an de balafirên şer ên artêşa tirk bombe barandin û di encama êrîşê de 19 jê zarok 34 welatî qetilkirin. Bi ser komkujiyê re 12 sal derbas bûn. Di van 12 salan de kiryar hatin parastin, der barê xizmên kesên hatin qetilkirin de doz hatin vekirin, lê bendewariya malbatan a edaletê bi dawî nebû. Piştî komkujiyê heta Serfermandariya Giştî daxuyanî neda hikûmet û çapemeniya aligir bêdeng man. Piştî daxuyaniya Serfermandariya Giştî bi gotinên "qezaya operasyonê" hewl hat dayîn ku komkujiyê veşêrin. Serokwezîrê serdemê Tayyip Erdogan got ku "Hêzên Çekdar ên Tirk erka xwe ji dil bi cih anîn" bi vê gotinê Erdogan hewl da komkujiyê rewa bike û malbat bêdeng bimînin. Malbatan diyar kirin ku ew ne tazmînatê edaletê dixwazin û xwestin kujer bên darizandin.    Malbatên ku ji lêpirsînan encam negirtin, di tîrmeha 2014’an de tevî 1108 parêzeran dosya birin Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). Lê belê AYM’ê di 26’ê sibata 2016’an de ji ber parêzerên ji 53 serlêderan 3’yan wekaletnameyên xwe 2 rojan dereng xistin bi hinceta “belgeyên kêm” serlêdan red kirin. Li ser vê yekê dosya bi 281 serlêdanan veguhestin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Lê belê DMME'yê di 17'ê gulana 2018'an de bi hinceta "belge 2 roj dereng hatine" got ku serlêdan "nayê qebûlkirin" û serlêdan qebûl nekir. Bi ser komkujiya Roboskê re 12 sal derbas bûn lêbelê birînên wan hêj jî nehatine pêçandin. Tekoşîna malbatan a edaletê 12 sal in didome. Bi minasebeta salvegera komkujiyê malbatên Roboskê axivîn.    'HETA QIYAMETÊ EM LI PEY DOZA ZAROKÊN XWE NE'   Dayika Şervan Encu yê ku dema hate qetilkirin hê 16 salî bû, Leyla Encu, diyar kir ku ew ê ti carî dev ji daxwaza edaletê bernede û wiha axivî: “Ez dayika 34 şehîdên Roboskê me. Hemû zarokên min bûn. Komkujiya ku bi serê me hatî kete sala 12'an. Çavê me li televîzyonan û rojnameyan e. Em dibêjin dibe ku kujerên zarokên me derbixin, lê kujerên me dernakevin. Em nizanin ku dê kengî kujerên me derbikevin. Em li benda derketina kujerên zarokên xwe, em li benda edaleta dewletê ne. Em li benda kujerên zarokên Roboskê ne. Em bêhêvî nabin. Pere bidin û her tiştekî bidin me jî em ê heta qiyametê li pey doza zarokên xwe bin. Heta ku ez sax bim ez ê pey doza Şivanê xwe bim û ya 34'an bim. Em vê tiştê ji dewleta tirk qebûl nakin. Em nizanin ku çima ev tişt anî serê me. Me ev heq nekiribû. Ew zarok ji bo ku debara xwe bikin çûbûn. Ji bo barek mazot, barek erzaqî çûbûn. Zarokên me ne yên kuştinê bûn. Bila girtiban û avêtiban girtîgehê. Em nizanin çima ev dewleta tirkan çima kujerên me dernaxîne. Heta kurd hebin dê dev ji vê dozê bernedin. Heta ku kujeran dernexîne em ê nesekînin.”   'EV 12 SAL IN EM LI SER GORISTANÊN WAN IN'   Encû, bi domdarî bi lêv kir ku di van 12 salan de êşa wan qet kêm nebûye û wiha berdewam kir: “Ji roja ku komkujiya Roboskiyê pêk hatiye heta niha her roj komkujiyekî pêk tînin. Ji ber ku em kurd in her roj me dikujin. Ka bila yek carê jî Erdogan bibêje, 'ka werin daxwazên we çi ye, ez heqê we bidim we' bi kuştinê çênabe. Me çi li vê dewletê kiriye? Em doza zimanê xwe û nasnameya xwe dikin. Em çi tiştekê jê naxwazin. Em doza aşitiyê dikin. Em dibêjin zarokên me hatin kuştin bila zarokên kesekî din neyên kuştin. Li ku zarokekî kurd bê kuştin dilê me dişewite. Kurd bi kuştinê xelas nabin. Em pey zarokên xwe ne. Heta ku kujerên me neyên girtin û hesab nedin em ê rehet nesekinin. Ew tejî vê odeyê pere jî bidin me em ê qebûl nekin. Kengî gotin, ‘ev kujerên we ne û me girt' hingê em ê rehet bibin. Ev 12 sal in em li ser goristanê ne. Ev 12 sal in me bi keyfxweşî di mala xwe de xwarinek nexwariye. Ev 12 sal in çavên me li hatina edaletê ye. Em doza zarokên xwe dikin. Ji bo ku zarokên me bikujin û pişt re bifiroşin me ne anîn ser dinê. Bila kujerên zarokên me bidin me bila çi pere nedin me. Ma ew wisa difikirin ku heke ku pere dan min ez ê kurê xwe ji bîr bikim? Ez ê vê xiyanetê li 34 zarokan nekim.”   'LI BER ÇAVÊ DEWLETÊ HESTIRÊN XWE SIWAR DIBÛN Û DIÇÛN'   Dayika Serhat Encu yê di 16 saliya xwe de hate qetilkirin Halîme Encu, anî ziman ku dewletê bi plankirî zarokên wan qetilkirin û wiha axivî: “Ev 12 sal derbas bûn lê hêj edalet nehatiye Roboskê. Tişta ku hatiye serê Roboskê nehatiye serê tu kesî. Ji ber ku ev 34 zarok bûn, guneh bûn. Kurê min 4 meh mabûn ku bikeve 17 saliya xwe. Me 9 kesan bi pereyê ku wî dianî re li malê debara xwe dikir. Diçû barên mazotên dianîn û difirotin. Ma mazot eroîn bû? 2 bîdonên avê bûn. Ew jî 50 lîre pê qezenc dikir. Serê sibehê saet di 3’yan de bi rê diketin. Li ber çavê tabûrê hêstirên xwe siwar dibûn û diçûn. Bi kaçaxî nediçûn serbest diçûn û dihatin. Saet di 3'yan de diçûn û saet di 7'an de dihatin malê. Heke ku ev jî ne plan be çiye? Çima hikûmetê ji wan re negot vegerin? Hemû zarokên me bûn. Pereyê ku qezenc dikirin jî didan kêmasiyên xwe yên dibistanê. Wê roja dawî bi hevalên xwe re li mala me kom bibûn. Bi hev re çay vexwarin û xwarin, xwarin. Weke ku ji hev xatirê xwe dixwestin ewqasî keyfa wan hatibû. Min jî û bavê wî jî jê re got, ‘kurê min vê carê neçe’ lê got,'ez ê biçim' weke ku diçûn seyranê ewqas bi keyf çûn. Van zarokan zirar nedabû kesekî. Çûn û çavê me li riyê ma. Seat bû 7. Lê nehatin. Piştre kurê min ê biçûk hat got, 'mezinên gund kom bûne dibêjin heronê bombardiman kiriye' min got, ‘ma çima bombardiman bikin wan tiştek nekiriye’ me nehizirî ku dewlet dê 34 zarokan bombardiman bike û yek carê de bikuje.”   'ME PERÇEYÊN WAN BI HESTIRAN RE TEVLIHEV KIRIN'   Encu, diyar kir ku daxwaza wan a edaletê hemû dinyayê bihîst lê dewleta tirk nebihîst û ev tişt got: “Hikûmetê yek ji wan nehişt û piştre ji me re got, 'tiştek nîne dê niha bên' ji me re negotin ku me yek ji wan nehiştine. Piştî 24 seatan dewletê komkujî veşart. Heke ku yek carê bûyer neveşartibûya û hawara zarokên me çûba dibe ku hin bihatina rizgar kirin. Dewletê negot, welatiyên vê axê ne. Piştî ku ew wêne hatine parve kirin gel hawara wan çû. Ew jî dereng man. Qasî ku em hebin em ê jibîr nekin. Dema ku em çûn ser cenazeyên zarokên xwe me ew nas nekirin. Parçeyên wan û yên hêstiran tevlihev bibûn. Bila êdî edalet bê Roboskê. Bila kujerên wan ceza bikin. Bila aşkere bikin ku tiliya kê di vê komkujiyê de heye. Heta ku ez hebim ez ê ji bîr nekim û ez ê dev ji daxwaza edaletê jî bernedim.”    'DI ÇÛYINA XWE YA DUYEMÎN DE HATE QETILKIRIN'   Yek ji zarokên ku hatiye qetilkirin jî Selahattîn Encû ye. Selahattîn dema ku tê qetilkirin 16 salî ye û di çûyina xwe ya duyemîn de tê qetilkirin. Dayika wî Fehîme Encû jî wiha axivî: "Ji ber ku ti derfeteke din nebû kurê min diçû. Kurê min xudanê pêlava qîrê bû. Biçûk bû û dê biçûya dibistanê. Ji ber ku pere nebû diçû sînor. Ew 2 car bûn ku kurê min diçû sînor. Di cara xwe ya duyemîn de hate qetilkirin. Kurê min hê 16 salî bû. Ewqasî biçûk bû ku bavê wî radikir danî ser pişta hestirê. Tenê daxwaza me ew bû ku kujerên zarokên xwe bibînin. Me tenê dixwest ku kê zarokên me kuştibe hesab bide. Ev 12 sal bi ser re derbas bûn lê me hê kujerên wan nedîtine. Me digot dibe ku kujeran bigirin da ku em jî pîçek rehet bibin lê negirtin. Heta ku em sax bin ew tişta ku me dîtî dê ji ber çavên me neçe. Ev 13 sal in ku em nerehetin. Baweriya min bi edeleta dewletê nîne, lê baweriya min bi edeleta Xwedê heye.”   MA / Zeynep Dûrgût