Nûçeya lezgîn a medyaya desthilatê nûçeya beriya 2 salan e 2023-12-26 12:21:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Medyaya desthilatê mirina endamê HPG’ê Mehmet Şefa Akman ê beriya du salan jiyana xwe ji dest daye weke “nûçeya lezgîn” servîs kir.    Di serî de Ajansa Anadolûyê (AA) desthilata medyayê îro jî mirina endamekî HPG’ê yê beriya niha jiyana xwe ji dest daye weke “nûçeya lezgîn” servîs kir. Hate servîskirin ku endamê HPG’ê Mehmet Şefa Akman bi “operasyona noxteyê” hedef hatiye girtin. Hate îdiakirin ku Akman yek ji berpirsyarên Silêmaniyê ye.    Lê derket holê ku agahiya ku Akman jiyana xwe ji dest daye di 11’ê kanûna 2021’an de hatiye parvekirin. Di daxuyaniya HPG’ê ya di 11’ê kanûna 2021’an de di ANF’ê de cih digire, hatiye diyarkirin ku Akman (Bahoz Zagros) di 9’ê hezîrana 2021’an de jiyana xwe ji dest daye.    Medyaya desthilatê duh jî mirina endamê HPG’ê Erdînç Bolcal (Alî Xebat Botan) weke nûçeyeke “nûçeya lezgîn” ragihandibû. Lê Bolcal di 15’ê kanûnê de jiyana xwe ji dest dabû.