Kesên di êrişê de hatin qetilkirin bi girseyî hatin oxirkirin 2023-12-26 13:24:47   NAVENDA NÛÇEYAN - 6 kesên di êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatin qetilkirin bi awayekî girseyî hatin oxirkirin.    Kesên duh di êrişên dewleta tirk ên hewayî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatin qetilkirin, li Qamişloyê ji aliyê hezaran kesan ve hatin oxirkirin. Cenazeyên Ferhan Xelef, Bêrîvan Mihemed, Mihemed Hisên Mihemed, Riyad Hemo, Rênas Hemîd û Ferhan Temê ber bi Şehîdgeha Delîl Saroxan ve hatin oxirkirin. Di merasîma cenaze de dirûşmeyên “Berxwedan Jiyan e” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.