Ahmet Turk: Navlêkirina dibistanê ya ‘Esat Oktay’ peyameke ku xelatê dide îşkencekaran e 2023-12-26 14:04:54   ENQERE - Siyasetmedar Ahmet Turk ku Esat Oktay Yildiran ê li Îzmîrê navê wî li dibistanekê hate kirin îşkence lê kir wiha got: “Ev peyameke ku xelatê dide îşkencekarên li welêt.”   Li navçeya Buca ya Îzmîrê navê dibistanekê hate guherandin û navê Esat Oktay Yildiran ê di serdema darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de ji pêkanînên dermirovî yên li Zindana Amedê ya Hejmara 5’an berpirsyar lê hate kirin. Navlêkirina dibistanê ya Esat Oktay ê ji mirina gelek kesan berpirsyar, rastî nerazîbûna gelek derdoran hat.     TURK: ŞERMEKE MEZIN E   Siyasetmedar Ahmet Turk ê bixwe li Zindana Amedê ya Hejmara 5’an rastî îşkenceya Yildiran hat û şahidiniya hemû pêkanînên dermirovî kir, navlêkirina dibistanê ya “Esat Oktay Yildiran” nirxand û got: “Ev geşedan pêvajoyeke ji îşkencekar û kujeran re rê vedike ye.”   Turk, diyar kir ku rewşa heyî ji aliyê demokrasî û Tirkiyeyê ve şermeke mezin e û wiha got: “Herkes vî kesî nas dike. Ne tenê kesên li girtîgehê diman, malbatan jî dizanî ku ew îşkencekar û kujerekî çawa ye. Heke navê kujerekê li dibistanekê were kirin mirov nikare li wî welatî qala demokrasiyê bike. Mirovên ku têkoşîna demokrasiyê didin divê bertek nîşanî vê yekê bidin.”   Turk, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em bi pergaleke ku mirovan çavtirsandî dike re rû bi rû ne. Di encama pergaleke wiha de navê kujerekê didin dibistanê. Ev ji aliyê mirovahiyê û Tirkiyeyê ve eybeke mezin e. Xelatkirina mirovekî ku bi îşkenceyê mirov dikuştin, rûreşiya li demokrasiya Tirkiyeyê û mafên mirovan e. Peyameke ku îşkencekarên li welat xelat dike ye. Ev pêvajoyeke ku rê li ber îşkencekaran û kujeran vedike ye. Dayina xelatekê ji bo îşkencekar feraseteke ku rê li ber dijminên gelan vedike ku hê azadtir tevbigerin û gelan qir bikin.”   ‘XELATEKE KU DANE DIJMINÊN KURDAN’    Turk, bal kişand ser îşkenceyên di serdema Esat Oktay Yildiran de hatine kirin û bi lêv kir ku ew bi xwe jî rastî heman îşkenceyan hatiye û got: “Rojekê ez tazî kirim û di nav 200 leşkeran de bi copan li min xist. Leşker sor dikirin û bi gotinên ‘binêrin ev mirov parlamenter bûye, çepgir bûye, niha rewşa wî ev e. Werin hûn jî bibîn’ qîr dikir. Ev tenê du caran çêbû. Bi sedan caran em hatin îşkencekirin. Divê ev rewş weke xelatek ji dijminên demokrasiyê, dijminên mirovahiyê û dijminên kurdan re hatiye dayîn bê dîtin.”