Li Dîlokê banga ‘daxwazên girtiyan qebûl bikin’ hate kirin 2023-12-26 16:12:12   DÎLOK - Rêxistinên civaka sivîl li Dîlokê bang li îktîdarê kirin ku daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de qebûl bikin û wiha gotin: “Banga me ji bo Wezareta Dadê, saziyên hiqûq û mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî ew e ku di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin.”    Koordînasyona Çavdêrî û Şopandina Grevên Birçîbûnê ya Dîlokê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Fikra Azad û Komeleya 78’an têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, li ÎHD’a Dîlokê daxuyanî dan. Daxuyaniya hevpar ji hêla endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Dîlokê Yûsûf Kartal ve hate xwendin.    Kartal, diyar kir ku ev 34 meh in ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin nayên girtin û wiha got: “Ji rûmeta girtiyan heta mafên wan ên jiyanê û tenduristiyê, tevahiya mafên girtiyan di bin berpirsyariya dewletê de ne. Qedexeya rêveberiyên girtîgehan a ji bo şekir, xwê û vîtamînan, dikevin ber binpêkirina mafê jiyanê û îşkence û miameleya xerab. Ji bo ku girtiyên ketine greva birçîbûnê bikarin jiyana xwe bidomînin, divê girtî herî kêm 5 îskanên avê yên mezin, 2 kevçiyên çayê (2 gr) xwê, 5 kevçiyên xwarinê yên şekirê, kevçiyekê şirînahiyê yê karbonatê û 500 mg vîtamîna B1’ê wergirin. Heke ev bên astengkirin, mîna salên berê dê rê li berr xesarên mezin û mirinan veke.”    BANG LI WEZARETA DADÊ KIR    Kartal, di berdewamê de da zanîn ku rêveberiya Girtîgeha Islehiyeyê cezayê hucreyê daye girtiyan û wiha pê de çû: “Li şûna ku bêhtir baldir nêz bibin, cezayê hucreyê li girtiyan dibirein. Her wiha tiştên pêwîst nayên dayîn. Banga me ji bo hemû rayedaran ew e ku ji bo parastina mafê jiyan û tenduristiyê yê girtiyan, di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin.”    Kartal, da zanîn ku tecrîda domdar a li Girtîgeha Îmraliyê li dijî Destûra Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Hêj ev qonax veneguherî rewşeke xetere, divê îktîdar daxwazên girtiyan binirxîne. Nexwe dê di mijarên mafên tenduristî û jiyanê de encamên neyînî biqewimin. Ji van encaman jî îktîdar berpirsyar e. Lewma divê Wezareta Dadê û saziyên têkildar tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Banga me ji bo Wezareta Dadê û saziyên hiqûq û mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî ew e ku di çarçoveya mafên bingehîn û azadiyan de nêzî pirsgirêkê bibin û daxwazan di vê çarçoveyê de binirxînin û qebûl bikin û di vê mijarê de berpirsyartiya xwe bi cih bînin.”