Nobeda Edaletê: Em ê bi ser bikevin 2023-12-26 19:56:51   STENBOL- Çalakiya Nobeda Edeletê ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê xizmên girtiyan ve hat destpêkirin bê navber didome. Welatî ji bo piştgiriya malbat û çalakiyê diçin serdana Nobeta Edeletê û peyama wê teqez biserkevin didin.   Nobeta Edeletê ya li Stenbolê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan ya Marmarayê (MATUHAYDER)  hat destpêkirin di roja 14’an de li avahiya DEM Partî ya Bagcilarê didome.   Malbatên girtiyan ku piştî girtî ketibûn greva birçîbûnê bi heman daxwazê Nobeda Edeletê dan destpêkirin û di biryara xwe de bi israr in. Welatiyên diçin serdana malbatan û piştgiriyê didin çalakiyê peyama "Em ê li dijî polîtîkayan têbikoşin. Wê têkoşîna me encamê bigire. Em ê teqez bi ser bikevin" dan.   Çalakiya nobetê bi klamên Kurdî yên dayikan û welatiyan didome.