ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-12-27 09:00:02   * Gundê Çoçelî yê kurdên elewî yê bi ser navçeyê Bazarcix a Mereşê bi talankirina xwezayê vê rû bi rû hatiye hiştin. Şêniyên gund bertek nîşanî fabrîqaya çîmento û kana keviran ên li nezî gund hatine avakirin dan û xwestin ev fabrîqa ji gundê wan bên rakirin.    * Berdevkê Înîsiyatîfa 78'an Celalettîn Can diyar kir ku ji ber piştevaniya hatiye nîşandan hatiye berdan û got ku divê xwedî li hemû girtiyan bê derketin.   * Cezayê polîs Hamdî Karaca ku Erhan Eser qetil kir hat kêmkirin û bi giştî 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Dadgehê sedema biryara xwe eşkere kir. Dadgehê got: "Derfetê wî hebûye ku zêdetir guleyan bera wesayîtê bide, lê nekiriye."    * Bajarên beton ên ku ji aliyê rantxwiran ve hatine afirandin, di sala 2023'yan de ji mirovan re bûn gor. Cîhana ku hevsengiya wê ya ekolojiyê hat serobinokirin, gava bi erdhej û lehiyan hejiya, sala 2023'yan ji bo xwezayeke jiyanwer bi têkoşînê derbas bû.    * Nûnerê Komîsyona Ewropa yê DEM Partiyê Faik Yagizay diyar kir ku di hevdîtina bi rayedarên CPT’yê de, bersîva ‘Hevkariyê’ ya Wezareta Karên Derve ya têkildarî Îmraliyê hatiye rojevê û bersîva “Daxuyaniyek giştî parvekirine. Ev nayê wateya ku CPT têkildarî tecrîdê di nava hevkariyê de ye” girtine.    * Bi ser qetilkirina Ahmet Gun re 17 roj derbas bûn lê hêj jî kujerên wî nehatine girtin. Hevserokê DEM Partiyê yê Qilebanê Abdullah Gun diyar kir ku heman gef li wî jî hatine xwarin û wiha got: “Kujerên heval Ehmed kontra ne lewma nayên girtin.”    * Cansel Encû di dema Komkujiya Roboskê de 10 salî bû û birayê xwe winda kir. Encû, şeva komkujiyê wiha vedibêje: “Dema min destê xwe da cenazeyê birayê xwe, laşê wî cemidî bû. Wê kêliyê min hîs kir ku dê birayê min êdî venegere. Ji ber komkujiyê, zarokatiya min pir dijwar derbas bû.”    * Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Tirk navê îşkencekarê Girtîgeha Amedê Esat Oktay Yildiran li dibistaneke seretayî kir. Hevserokê Komeleya Lêkolîn û Piştgiriyê ya 78’an a Amedê Ahmet Ertak bertek nîşan da û ev yek weke durûtî pênase kir.    * Doza Hevşaredarên Pasûrê Fatîh Taş û Fatma Ay dê li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Doza têkildarî qetilkirina Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar ji hêla tetîkkêşê Hîzbûllahê Cîhan Yildiz ve dê li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bidome. (10.00)   * Nobeta Edaletê ya li Amed, Stenbol, Wan, Mêrsîn û Edeneyê hatiye destpêkirin dê bidome. Dê li Îzmîrê jî starta çalakiyê bê dayîn. (11.00-17.00)   * Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir dê tev li kongreya DEM Partiyê ya Şirnexê bibe. (11.00)    * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê têkildarî êrişa li dijî partiya wan li navenda giştî daxuyaniyê bide. (11.00) ZINDÎ   * Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê dê têkildarî grevên birçîbûnê li Navenda Giştî ya ÎHD’ê daxuyaniyê bide. Komîsyona Şopandinê ya Baroya Wanê jî dê têkildarî heman mijarê daxuyaniyê bide. (12.00-12.30) ZINDÎ    * DBP û DEM Partî dê têkildarî girtin û binçavkirinan li pêşiya AZC Plaza ya Amedê daxuyaniyê bidin. (15.00)