Sedema kêmkirina cezayê polîsê kujer: Dikaribû çend guleyên din jî berdana lê bernedaye 2023-12-27 09:04:25   STENBOL - Cezayê polîs Hamdî Karaca ku Erhan Eser qetil kir hat kêmkirin û bi giştî 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Dadgehê sedema biryara xwe eşkere kir. Dadgehê got: "Derfetê wî hebûye ku zêdetir guleyan bera wesayîtê bide, lê nekiriye."    Di 28'ê Adara 2022'yan de li Beylîkduzu ya Stenbolê, bi hinceta guh nedaye hişyariya "raweste" ciwanê kurd Erhan Eser ê 23 salî ji aliyê polîsê bi navê Hamdî Karaca yê ji ber Cemaweta Gulenê hat îxtrackirin, hat qetilkirin. Danişîan doza biryardayînê ku bi sûcê "kuştina biqesdî" li polîs Hamdî Karaca hatibû vekirin, di 29'ê Mijdarê de hat lidarxistin. Tevî raporên keşfê û krîmînalê jî 7 sal û 6 meh ceza li Karaca hat birîn. Lê belê Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Bakirkoyê paşê bi hinceta "bandora li pêşeroja sûcdar" ceza kêm kir û bi giştî 6 sal û 3 meh ceza li Karaca birî.    Dadgehê sedema biryara xwe eşkere kir. Dadgehê got: "Derfetê wî hebûye ku zêdetir guleyan bera wesayîtê bide, lê nekiriye."    MA / Omer Îbrahîmoglû